Şêniyên Til Temirê fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê bi bîr anîn

Bi dehan şêniyên bajarê Til Temirê şehîdên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê di salvegera şehadeta wan a 3'yemîn de, bi bîr anîn û soza şopandina rêya şehîdan heta rizgarkirina deverên dagirkirî da.

19 tebax, 2024   21:15
HESEKÊ

Îro salvegera 3'yemîn a şehadeta fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temir Sosin Bîrhat, Egîd Girkê Legê, hevrêyên wan Seyfullah Ehmed û Rûbar Hesekê ye. Ew di 19'ê Tebaxa 2021'an de di encama hedefgirtina navenda têkiliyan a meclisê de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, şehîd bûn. Hemwextî wê jî erebeya fermandar Rênas Roj li nêzî bajarê Qamişlo hat hedefgirtin û gihaşt asta şehadetê.

Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Til Temirê merasîma bîranîna şehîdan li cihê şehadeta wan li dar xist. Sala borî di wê qada ku hatibû hedefgirtin de jî parkek bi navên şehîdan hat avakirin.

Di serî de bi dehan şênî ji hemû pêkhateyan, malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl û hêzên leşkerî yên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê heta Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Til Temirê meşiyan.

Li wir hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a bajêr Çinar Salih di şexsên şehîdên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê de hemû şehîd bi bîr anîn û soza şopandina rêya şehîdan ji bo bidestxistina hemû mafên gel nû kir.

Her wiha Çinar Salih bang li civata navneteweyî kir ku komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên herêmê pêk tîne nas bike.

Li aliyekî din jî fermandarê Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Ferhad Canfeda got: "Em îro bi saya fedakariya şehîdên meclisê û tevahî şehîdên azadiyê li vir in. Ew şehîdên ku li ser şopa Rêber Abdullah Ocalan meşiyan û armanca wan ew bû ku ji Rojavayê Kurdistanê 3 parçeyên din ên Kurdistanê rizgar bikin."

Di dawiya axaftina xwe de Canfeda soza şopandina rêya şehîdan û fikrên Rêber Abdullah Ocalan ji bo rizgarkirina deverên dagirkirî nû kir.

Di dawiya merasîmê de sînevîzyon li ser jiyana fermandarên şehîd hat pêşandan.

(mh)