Rewşa li Sûriyeyê rojeva sereke ya rojnameyên erebî bû

Rojnameyên erebî hewldanên normalîzekirinê û rewşa li başûr û herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê kirin rojeva nûçeyên xwe.

Rewşa li Sûriyeyê rojeva sereke ya rojnameyên erebî bû
17 îlon, 2024   10:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Exbar a Lubnanê têkildarî rewşa Sûriyeyê nûçeyek bi sernavê "Misir jî kete nava navbeynkariya di navbera Enqere û Şamê de" weşand.

Rojnameyê bal kişand ser hevdîtina sekreterê Meclisa Ewlehiyê ya Rûsyayê Sergey Şoygu ya li Şamê bi Beşar El Esed re û diyar kir ku hemwextî wê wezîrê karên derve yê Misirê Bedir Ebid El Atî serdana Moskovê kiriye û bi wezîrên karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re civiyaye.

Rojnameyê diyar kir ku beriya van serdanên hemwext, dewleta Tirk têkildarî pêşketina normalîzekirina bi Şamê re, gelek daxuyanî dabûn.

Rojnameyê di heman demê de îşaret bi daxuyaniya serokatiya hikumeta Şamê kir ku El Esed bi mêvanê xwe re "komeke dosyayên têkildarî ewlehiya navneteweyî û herêmî" nîqaş kirine. Ji Moskovê jî wezîrên Rûs û misirî ji bo bidawîkirina aloziya li Sûriyeyê teqezî bi girîngiya berdewamkirina hevkarî û koordîneya di navbera Rûsya û dewletên Ereban de kir.

Rojnameyê destnîşan kir ku piştî serdana serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ji bo Misirê û dûre serokkomarê Misirê Ebdulfettah El Sîsî serdana Tirkiyeyê kir, têkiliyên di navbera her du welatan de ji nû ve geş bûn û piştî wê Misir kete nava navbeynkariya di navbera Enqere û Şamê de.

Rojnameyê da zanîn ku hemwextî van geşedanan, dewleta Tirk di her firsendekê de daxwaza xwe ya ji bo biserxistina normalîzekirina bi Sûriyeyê re aşkera dike.

‘ENQERE PLAN DIKE MILÎSÊN LI DIJÎ WÊ DERKETINE JI HEV BIXE, DESTPÊKÊ JÎ CEBHE EL ŞAMIYE’

Rojnameya El Watan a hikumeta Şamê behsa hewldanên dewleta Tirk a dagirker ên ji bo jihevxistina komên çeteyan ên li herêmên dagirkirî kir û diyar kir ku dewleta Tirk ji helwesta komên çeteyan ên li dijî vekirina deriyê Ebû Zendên 18`ê meha borî derketine, nerazî bû û bi rêya îstixbarata xwe gazî nûnerên çeteyan kiriye.

Rojnameyê cih da pêşbînên hin çavkaniyan ku Enqere dibe destpêkê çeteyên "Cebhe El Şamiye" ji hev bixe ku li dijî biryara vekirina Ebû Zendên in. Di heman demê de gotin dibe dewleta Tirk komên çeteyan li bakur û bakurê rojhilatê Helebê tevî hev bike.

‘TIRKIYEYÊ DEST BI JIHEVXISTINA KOMÊN SÛRIYEYÎ YÊN LI DIJÎ NORMALÎZEKIRINÊ KIR’

Rojnameya El Ereb a Londonê cih da heman mijarê û diyar kir ku biryara dewleta Tirk a jihevxistina çeteyên "Siqûr El Şam" ji ber ku li dijî normalîzekirinê derketiye, li bakurê Sûriyeyê tevliheviyeke mezin çêkir û çete seferber bûn.

Rojnameyê îşaret bi nirxandinên çavdêran kir ku ev biryar, ji bo komên din peyam e ku çarenûsa yên difikirin li dijî biryarên dewleta Tirk derkevin, "jihevxistin an jî jiholêrakirin e" û li gorî pêşbînên wan piştî Siqûr El Şemal dibe komên din jî werin jihevxistin.

Rojnameya El Ereb jî bi nûçeyeke bi sernavê "Rewşa ewlehiyê ya tevlihev li Derayê îşaret bi siberoja Sûriyeyê ya nenavendî dike" bal kişand ser rewşa li başûrê Sûriyeyê û diyar kir ku geşedanên li Derayê careke din ketine rojevê ku dibe di pêvajoya bê de "rêveberiyeke nenavendî li wir bê avakirin lê di aliyê siyasî de girêdayî hikumeta Şamê be.”

(şx)