Xelkê Ezazê li dijî dagirkeriyê rabû

Xelkê bajarê Ezazê bi xwepêşandanekê xwest dagirker ji herêmê derkevin.

Xelkê Ezazê li dijî dagirkeriyê rabû
17 îlon, 2024   09:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) xelkê bajarê Ezazê yê dagirkirî îro xwepêşandanek li dijî dagirkeriyê li dar xist. 

SOHR’ê diyar kir ku xwepêşandêr li sûka bajar meşiyan û bi dirûşmên "Sûriye azad e, Tirkiye derkeve" banga derketina dagirkeran ji herêmê kir.

(bb)