Bîlançoya Bagera Yagî giran dibe

Li Myanmarê ji ber lehiya bagera Yagî 226 kes mirin, 77 kes jî winda ne.

Bîlançoya Bagera Yagî giran dibe
17 îlon, 2024   11:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li başûrê rojhilatê Asyayê ku ji destpêka vê mehê ve di bin bandora bagera Yagî de ye, ji ber lehî û hezazê li Myanmar, Vîetnam, Laos û Taylandê zêdetirî 500 kes mirin.

Li gorî kanala televîzyonê ya dewletê ya Myanmarê MRTV’yê, di lehiyê de 226 kesan jiyana xwe ji dest da, 77 kes jî winda ne. Hate ragihandin ku çandiniya birinc a li 260 hezar hektar zeviyan tune bûne.

Ofîsa Koordînasyona Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (ONUCHA) ragihand ku lehiyên li Myanmarê bandor li 631 hezar kesî kiriye.

Saziya Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku pêwîstî bi xurek, ava vexwarinê, stargeh û kincan heye û ragihand ku ji ber lehiyê xisar li xetên ragihandinê, rê û piran bûye, lewma hewldanên alîkariyê têne astengkirin.

Hate ragihandin ku ji ber têkilî bi herêmên dûr re kêm e, zehmet e li ser rewşa mexdûran agahî bên komkirin.

Li gorî Bernameya Xurekê ya Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî (WFP) lehiya ku li Myanmarê rû daye lehiya herî xirab a dîroka nêz e.

Lîderê cûntayê Mîn Aûng Hlaîng roja şemiyê ji bo têkoşîna li dijî lehiyê banga alîkariya navneteweyî kiribû.