Rewşa 2 girtiyên Kurd ên li Girtîgeha Ûrmiyê xeter e

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku rewşa 2 girtiyên siyasî yên Kurd ku li Girtîgeha Ûrmiyê têne ragirtin, krîtîk e û rayedarên girtîgehê xizmetên tenduristiyê jî nade wan.

Rewşa 2 girtiyên Kurd ên li Girtîgeha Ûrmiyê xeter e
2 ÇILE, 2026   18:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê der barê rewşa 2 girtiyên siyasî yên Kurd ên li Girtîgeha Ûrmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê de agahî belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, 2 girtiyên siyasî yên Kurd yên bi navê Behram Mecdîferd û Şahîn Wesaf bi nexweşiyên curbicur dikişînin û wiha hate gotin; “Divê ew ji Zindana Ûrmiyê bo nexweşxaneyek li derveyî girtîgehê werin veguhestin. Lê ji ber sedemên nediyar xizmetên tenduristî ji wan re nayên dayîn.”

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê têkildarî rewşa tenduristî ya her du girtiyên siyasî wiha got; “Şahîn Wesaf nêzîkî du hefte berê rakirin nexweşxaneya Ûrmiyeyê û jê re gotin ku divê emeliyata movikan ji wî re were kirin.

Behram Mecdîferd her wiha ji êşa didanan dikşîne û kevir li ser gurçikên wî hene. Lêbelê, rayedarên girtîgehê rê li ber rakirina wan ji bo nexweşxaneyên li derveyî girtîgehê digirin.

Hêjayî gotinê ye ku di 21’ê Îlona 2025’an de, Şahîn Wesaf yê ji Selmasê bêyî fermana dadwer ji aliyê hêzên Wezareta Îtlaata Îranê ve hate girtin û şandin Girtîgeha Ûrmiyeyê. Ji aliyê Şaxa Duyemîn a Dadgeha Şoreşê ya Ûrmiyeyê ve bi serokatiya dadwer, Şahîn bi tohmeta “sîxuriya ji bo Îsraîlê”, 10 sal û rojek cezayê girtîgehê lê hate birîn.

Her wisa di Hezîrana 2025’an de, Behram Mecdîferd ku niştecihê gundê Rezanî yê Ûrmiyê ye, bêyî fermana dadwer ji aliyê Wezareta Îtlaata Îranê ve hate girtin û şandin girtîgeha Ûrmiyeyê. Ji aliyê Şaxa 39’an a Dadgeha Bilind a Îranê ve bi tometa “endametiya di komên dijî Îranê û propagandaya li dijî dewletê” de hate mehkûmkirin, 11 sal û 11 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn.