Koma Kevneşopî çanda kurdî vedibêje

Koma Kevneşopî ku bêyî amûrên muzîkê stranan vedibêje, çand û hunera kurdî nîşan dide.

Koma Kevneşopî çanda kurdî vedibêje
3 ÇILE, 2026   05:05
QAMIŞLO

Koma Kevneşopî ya muzîkê ya bajarê Dêrikê di sala 2002’yan de bi armanca parastina çand û hunera kurdî ava bû. Kom ji 6 jin û 6 mêran pêk tê û rihê berxwedana gelê Kurd zindî dike û hewl dide çand û hunera Kurdan bi cîhanê re parve bike. Kom xwe dispêre dengê xwezayî û bi hunera xwe mîrateyeke şoreşgerî hildigire.

Kom bi hunera xwe peyamên xwedîderketina li şehîdan, piştevaniya şoreşê û parastina çanda resen a kurdî dide.

Endamên komê bêyî amûrên muzîkê stranan dibêjin. Ev jî karektereke resen û cuda dide nîşandan û hêza dengê mirovan nîşan dide. Li gel stranbêjiyê jî govendan pêşkêş dikin.

Ji rêveberên komê helbestvan Elî Hecî got: "Ji salan ve em ji nifşan re distrên. Em bi stranên xwe çand û hunera kurdî diparêzin. Em ked û çanda pîşeyên xwe ji cîhanê re radigihînin û derbasî nifşên pêş dikin. Her wiha em rola şehîdan, berdêlên ku dane û şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi stranên xwe vedibêjin. Em bi dengê xwe li hemberî kesên hewl didin doza kurdî bikin hedef, disekinin."

Hacî anî ziman ku ew beşdarî çalakî, mîhrîcan, şahî û cejnên Newrozê dibin û got: "Koma me bi girseyî tê pêşwazîkirin.”

Endama komê Sûad Mistefa jî got stranbêjiya wan ji êşên ku di lêgerîna çareserkirina pirsgirêka Kurd de pê re rû bi rû mane, derdikeve holê û got: “Em bi stranên li ser şehîdan û berdêlên ku wan ji bo azadiya gelan, bi strnên li ser berxwedana gelên li Rojava û Kurdistanê li dijî zalim û dagirkeran dest pê dikin. Em bi berdewamî hewl didin ku mîrate, çand û hunera kurdî biparêzin û bi rêya stranên xwe heqîqeta çanda kurdî bidin nasîn.”

Sûad Mistefa anî ziman ku Koma Kevneşopî sînorê stranbêjiyê derbas kiriye û bûye peyameke bi zimanê şehîdan, azadî û berxwedanê.

(b)

ANHA