Rêveberiya Xweser xwest hesab ji dagirker û çeteyan bê pirsîn

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qetilkirina zarokê bi navê Ehmed Mamo şermezar kir û banga bidawîkirina dagirkeriyê kir. NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser xwest hesab ji dagirker û çeteyan bê pirsîn
15 adar, 2024   19:32
NAVENDA NÛÇEYAN

13’ê Adara îsal li navçeya Cindirêsê ya Efrînê zarokekî Kurd bi navê Ehmed Mamo ji aliyê çeteyan ve hatibû qetilkirin. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî qetilkirina zarok daxuyaniyek nivisîkî weşand.

Daxuyaniya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha ye:

"Bi salan e çeteyên dewleta Tirk li pêşiya çav û guhên saziyên hiqûqî tevahî binpêkirinan li Efrîn û herêmên dagirkirî pêk tînin. Ev binpêkirin roj bi roj bi roj zêde dibin û tevlihevî hîna serwer e. Demografî û nasnameya van herêman tên guhertin. Ev jî dibe sedem ku herêm ji bo kesên tundraw û malbatên wan bibe hawirdoreke ewle.

Qetilkirina zarokê bi navê Ehmed Mamo ji aliyê kesên ji herêmên din ên ku li Efrînê hatine bicihkirin ve, yek ji encamên xeternak ên siyasetên Tirkiye û çeteyên wê ye. Di şeva Newroza par de hejmareke biran hatibûn qetilkirin û rojane binpêkirin têne kirin.

Em van binpêkirinan şermezar dikin. Di heman demê de banga me li tevahî saziyên hiqûqî û mirovî yên navneteweyî ew e ku berpirsyariyên xwe li hemberî binpêkirinên li Efrîn û herêmên din ên dagirkirî têne kirin bi cih bînin. Em bang dikin ku divê komîteyeke lêkolînkirina rastiyan were avakirin da ku bi awayekî yekalî û serbixwe binpêkirinên li van herêman têne kirin belge bikin û di serî de piştevan û berpirsên Tirk, sûcdar sewqî edaletê bikin. Em teqez dikin ku li gel binpêkirinan, dagirkeriya demdar û li gel piştevaniya bi çeteyan re dê ewlehî tune be. Aloziya Sûriyeyê di sala xwe ya 13’an de ye, ji ber dagirkerî, destwerdanên herêmî û navneteweyî derfetên çareserî û lihevkirinan nin in. Ji bo ewlehî li herêmê pêk were em di nava hewldanan de ne. Em bang li tevahî hêzên nîştimanî yên Sûriyeyê dikin ku bi Rêveberiya Xweser  re têkiliyê bikin nemaze ku di pêxistina çareseriyeke demokratîk a mayînde ya li ser esasî, yekitî û lihevhatina nîştimanî  li Sûriyeyê de bi roleke pêşeng radibe."

(bb)