Ji 5 rêxistinan banga parastina Kurdên Efrînê

5 rêxistinên hiqûqî û yên sivîl diyar kirin ku ji bo parastina Kurdên li Efrîn divê dewleta Tirk û çeteyên wê ji Efrînê bên derxistin.

Ji 5 rêxistinan banga parastina Kurdên Efrînê
15 adar, 2024   20:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Bertekên li dijî qetilkirina zarokê bi navê Ehmed Mamo zêde dibin. Bi vê wesîleyê 5 rêxistinên hiqûqî û yên sivîl daxuyaniyek hevbeş da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji Adara 2018'an ve  artêşa Tirk a dagirker, çeteyên wê û kesên li herêmê hatine bicihkirin, binpêkirin û sûcên qetilkirinê li dijî Kurdên li Efrînê pêk tînin.

Di daxuyaniyê de destnîşankirin ku qetilkirina zarokê bi navê Ehmed Mamo sûceke nû ye ku li sûcên li Efrînê têne kirin zêde dibe û wiha hat domandin: "Rewşa Kurdên Efrînê di metirsiyê de ye.  Çete û kesên li herêmê hatin bicihkirin zordestiyê dimeşînin û sûcên qetilkirinê li dijî Kurdên sivîl pêk tînin. Civaka hiqûqî û navneteweyî li hemberî van kesên ku bi jiyana sivîlan dilîzin û qirkirineke etnîkî pêk tînin, bêdeng in. "

Di dawiya daxuyaniyê de bang li tevahî rêxistinên hiqûqî, civata navneteweyî û Komîteya Lêpirsînê ya Serbixwe ya taybet ji bo  Sûriyeyê hatin kirin ku ji bo parastina Kurdên li Efrînê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Efrînê derxin.

Rêxistinên ku daxuyanî dane ev in:

-Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê - MAF

-Rêxistina Jeostratejî ya Kurd a Civaka Sivîl

-Rêxistina Mafên Mirovan - Efrîn

-Rêxistinên Civaka Sivîl a Kurd a Ewropayê

-Navenda Çandê ya Kurdî - Siwêd.

(mh/bb)