Bi boneya 15’ê Adarê çalakiyek hat lidarxistin

Meclisa Idliba El Xedra û Lîwa El Şemal El Demoqratî bi wesîleya salvegera 13’an a tevgera gelên Sûriyeyê ku di 15’ê Adara 2011’an de dest pê kiribû, çalakiyek li dar xist.

Bi boneya 15’ê Adarê çalakiyek hat lidarxistin
Bi boneya 15’ê Adarê çalakiyek hat lidarxistin
Bi boneya 15’ê Adarê çalakiyek hat lidarxistin
Bi boneya 15’ê Adarê çalakiyek hat lidarxistin
Bi boneya 15’ê Adarê çalakiyek hat lidarxistin
Bi boneya 15’ê Adarê çalakiyek hat lidarxistin
Bi boneya 15’ê Adarê çalakiyek hat lidarxistin
Bi boneya 15’ê Adarê çalakiyek hat lidarxistin
Bi boneya 15’ê Adarê çalakiyek hat lidarxistin
15 adar, 2024   18:27
REQA

Çalakiya li bajarê Reqayê bi dirûşma "Bi ruhê biratî û demokrasiyê em salvegera şoreşa Sûriyeyê silav dikin" hat lidarxistin. Nûnerên Meclisa Idlib El Xedra, Lîwa El Şemal El Demoaratî, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Partiya Sûriyeya Pêşerojê, endamên saziyên sivîl û leşkerî û rûspiyên eşîran beşdar bûn. 

Di çalakiyê de Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Meclisa Idlib El Xedra Fatme El Welîd axivî û got: " Em salvegera 13'emîn a şoreşa Sûriyeyê, şoreş rûmetê ya pêkhateyên gelê Sûriyeyê ya li hemberî pergala zilm, destpotî û zordariyê silav dikin. Pergala serdest bi dehên salan barek li ser gelê Sûriyeyê bû. Lê gelê me yê Sûriyeyê qeyd û bendên tirsê şikand û li hemberî wê serî rakir."

Piştre hevserokê Meclisa Idliba El Xedra Tirkî Dehdûh bi bîr xist 13 sal beriya niha gelê Sûriyeyê  dest bi xwepêşandanên aşatiyane kir û daxwaza çareseriya siyasî kir. Dehdûh bi domdarî got: "Lê belê rejîma Sûriyeyê şoreş kir çekdarî. Bi rêya rêxistinên terorî şoreşa Sûriyeyê ji xeta xwe ya aştiyane derket û çete ji derve hatin Sûriyeyê."

Berdevkê Hêzên Lîwa El Şemal El Demoqratî Mehmûd Hebîb destnîşan kir ku şoreşa Sûriyeyê bi daxwazên sade dest pê kir lê belê rejîma Şamê hêzên xwe yên leşkerî û ewlekarî ji bo tunekirina şoreşê xistin seferberiyê û şer li dijî gelê sivîl ragihand

Hevseroketiya Meclisa Rêveber a kantona Reqayê bi vê boneyê spasnameyek da Meclisa Idliba El Xedra Kesk.

Di dawiya çalakiyê de zarokên ji Idlibê govend pêşkêş kirin û ji aliyê zaroka bi navê Şam El Hesen ve helbest hat xwendin.

(mh/bb)

ANHA