Munîr Edîb: Komkujiyên li peravê û Siwêdayê nîşaneyên hilweşîna dewleta Sûriyeyê ne

Munîr Edîb hişyarî da ku Sûriye ber bi kaos û parçebûnê ve diçe û diyar kir ku hikumeta veguhêz berpirsyarê gurbûna tundiyê û komkujiyên li dijî sivîlan e, bi taybetî li deverên peravê û Siwêdayê.

Munîr Edîb: Komkujiyên li peravê û Siwêdayê nîşaneyên hilweşîna dewleta Sûriyeyê ne
24 tîrmeh, 2025   05:06
NAVENDA NÛÇEYAN
GÎVARA ŞÊX NÛR

Li gorî raporeke Reutersê di encama kiyarên kuştin, tolhildanê û talanê de ku meha Adarê ji hêla komên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve hatine kirin, li herêma peravê ya Sûriyeyê nêzî  hezar û 479 Elewî hatine kuştin û bi dehan kesên din jî winda ne. Piştî çend hefteyan jî, Navenda  Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku zêdetirî hezar kes li Siwêdayê hatine kuştin.

Der barê van mijaran de, lêkolîner û pisporê terorîzmê yê ji Misirê Munîr Edîb hişyarî da ku rewş li Sûriyeyê ber bi karesetê ve diçe. Edîb hikumeta veguhêz rasterast der barê van komkujiyên li dijî sivîlan de tawanbar kir.

Munîr Edîb destnîşan kir ku krîza Sûriyeyê ji ber destwerdanên derve yên ku ji hêla welatên wekî DYA, Îsraîl û Tirkiyeyê ve, kûrtir bûye. Wî destnîşan kir ku ev destwerdan ne ji bo piştgiriya Sûrîyan an parastina berjewendiyên wan hatine kirin, lê belê ji bo xizmeta ajendayên xwe kirine, bêyî ku guh bidin xwestekên Sûreyeyiyan ên ji bo ewlehî, aramî û aştiyê.

Edîb da zanîn ku komkujiyên dawîn ên li peravê û Siwêdayê baweriya sûriyeyiyan bi siberoja welêt û rejîma heyî kêm kiriye. Her weha sûriyeyî ditirsin ku ev tundî, li ser nasnameyên mezhebî û etnîk, li deverên din jî werin pêkanîn, ji ber ku pergaleke siyasî ku nûneriya hemû sûriyeyiyan bike nîn e û tenê aliyekî desthilat xistiye bin destê xwe.

‘CEZAKIRINA KOMÎ’

Edîb destnîşan kir ku tiştên li hin deveran qewimîn dikarin wek "cezakirina komî" werin binavkirin, ji ber ku komên çekdar ên girêdayî hikumeta veguhêz bêyî tu lêpirsînê, li dijî sivîlan binpêkirinên giran kirin, ji bo ferzkirina desthilatê tundî bi kar anîn û rewşeke ku ne li gorî hêviyên xelkên Sûriyeyê ye ferz kirin.

‘KOMÊN BÊKONTROL AVA KIRINE’

Edîb di wê baweriyê de ye ku pêkanîna aramiyê êdî ne pêkan e, ji ber ku hikumetê xwe spart çareseriyên leşkerî, her wiha hikumetê pergala xwe ya ewlehiyê "komên bêkontrol" ava kirine, van koman li dijî kesên dijber komkujî pêk anîn, ev jî dibe sedema kaoseke din û bêbaweriyê bi hikumetê.

Edîb got Sûriyeya niha li ser rêya çewisandinê ye, bi vê rêyê jî kes nikare nakokiyên siyasî çareser bike yan mafan pêk bîne. Berevajî wê, ew rê dibe sedema parçebûnên civakî. Niha hin civakên Sûriyeyê mafên xwe yên rewa dixwazin, lê ji hêla hikumetê ve têne paşguhkirin.

Li gorî Edîb bingeha krîzê ne tenê kiryarên hikumetê ne, lê di pergala rejîmê bi xwe de ye, ev rejîm bi hişmendiya ewlehî û çewisandinê bi civakê re mijûl dibe. Di vê bavberê de kes û komên berdeayî û bêkontrol derketine,  ev yek jî hikumetê dike cihê sûcdariyê.

‘REWŞ DÊ JI HÊLA SIYASÎ, CIVAKÎ Û ABORÎ VE XIRABTIR BIBE’

Munîr Edîb di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku krîza Sûriyeyê tenê bi pêvajoyeke siyasî ya berfireh dikare were çareserkirin û hişyarî da ku berdewamkirina rêbaza leşkerî û ferzkirinê dê welêt ber bi hilweşîn û kaoseke din ve bibe û wiha lê zêde kir: "Tiştên li peravê û Siwêdayê qewimîn nîşaneya hilweşîna dewletê û kûrbûna parçebûna di navbera desthilatê û gel de ye, ev jî nîşan de ku dê di siberoja nêzîk de dê rewş ji hêla siyasî, civakî û aborî ve xirabtir bibe.”

(k)