Rêveberiya Xweser rojbûna Pêxember pîroz kir

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojbûna Pêxember Mihemed li mulismanên li cîhanê û herêmên Bakur û Rojlatê Sûriyeyê pîroz kir û hêvî kir ku bi vê boneyê aştî û ewlehî li herêmê serwer be û nirxên hezkirinê û biratiyê di nava pêkhateyan de xurttir bibin.

Rêveberiya Xweser rojbûna Pêxember pîroz kir
15 îlon 2024   15:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  bi daxuyaniyekê rojbûna Pêxember Mihemed li mulismanên li cîhanê û herêmên Bakur û Rojlatê Sûriyeyê pîroz kir.

Her wiha hêvî kir ku bi vê boneyê aştî û ewlehî li herêmê serwer be û nirxên hezkirinê û biratiyê di nava pêkhateyan de xurttir bibin û civakeke dilê xwe li ser hev, hevkar û rêzê ji hev re digirin, were avakirin.

(şx)