Xwepêşandanên şêniyên Siweydayê berdewam in

Şêniyên Siweydayê di xwepêşandanên îro de gotin tenê sûriyeyî pêşroja xwe diyar dikin û banga praktîkirina biryara 2254 kirin.

Xwepêşandanên şêniyên Siweydayê berdewam in
15 îlon 2024   15:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi dehan şêniyên Siweydayê li qada Kerame kom bûn û banga guhertina siyasî li gorî biryara 2254 û "hilweşandina rejîmê" û serbestberdana girtiyan kirin.

Xwepêşandêran pankartên "Em welatekî wisa naxwazin ku yên rastiyê bêjin bên girtin", "Bav û kalên me dewleta taîfî ji sed salî ve red kirin", "Gelê Sûriyeyê pêşeroja Sûriyeyê diyar dike" hildan.

(şx)