Rêveberiya Xweser li cotkarên xisar kirine bê pere tovê belav dike

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li cotkarên di mewsima par de xisar kirine, bê pere tovê belav dike.

Rêveberiya Xweser li cotkarên xisar kirine bê pere tovê belav dike
Rêveberiya Xweser li cotkarên xisar kirine bê pere tovê belav dike
Rêveberiya Xweser li cotkarên xisar kirine bê pere tovê belav dike
22 cotmeh, 2024   17:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî encamnameya civîna salê ya Desteya Çandinî û Avdanê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di 26'ê Tebaxa 2024'an de hatibû lidarxistin, biryar hat dayîn ji bo cotkarên ku mewsima wan a par şewitiye tov bê pere were belavkirin.

Her wiha gerînendetiyên hilberîna şînkatiyê yên li seranserî herêmê dest bi belavkirina tovên sert û nerm kir.

Gerînendetiyan bang li cotkaran kir ku ji bo wergirtina para xwe, cotkar berê xwe bidin Saziya Pirkirina Tovan.

(mh)