Dîmena kêliya bombebarankirina avahiyeke Lubnanê

Dîmenên kêliya êrişa asîmanî ya Îsraîlê li dijî avahiyekê li Lubnanê hat belavkirin. Di dîmenê de diyar dibe ku avahî bi giştî hildiweşe.

Dîmena kêliya bombebarankirina avahiyeke Lubnanê
22 cotmeh, 2024   17:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Avahiyeke li taxa Xebêrî ya li paytexta Lubnanê Beyrûtê hat bombebarankirin. Ji dîmenên ajansa me di kêliya êrişî de bi dest xistine diyar dibe ku avahiya ku hatiye bombebarankirin di navbera Şeyah û Xebêrî de li hember daristana Beyrûtê ye. 

Di dema ku kombûnên mezin ên erebî û welatiyan li nêzî cihê hedefgirtinê bûn, avahî hat hedefgirtin û bi temamî hilweşiya.

(fr)