Rêveberiya Xweser li Cizîrê qedexeya giştî ya çûn û hatinê ragihand

Desteya Hundirîn a kantona Cizîrê qedexeya giştî ya çûn û hatinê li bajar û bajarokên kantonê ragihand.

Rêveberiya Xweser li Cizîrê qedexeya giştî ya çûn û hatinê ragihand
18 ÇILE, 2026   17:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Hundirîn a kantona Cizîrê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi armnaca parastina ewlehî û aramiyê, îro qedexeya giştî li tevahî bajar û bajarokên kantonê ragihand.

Desteyê da zanîn ku qedexe ji saet 07.00ˊan êvarê heta bi saet 07.00ˊan sibehê ye, tenê çûn û hatin ji hêzên leşkerî û ewlehî re rawa ye.

Desteyê bang li şêniyan kir ku pabendî talîmatên derketine bin û niha jî ev biryar heta demeke nediyar dikeve pratîkê.

(fr)