‘Rêveberiya Xweser hevgirtina civakî pêk anî û ji bo siberojê dixetibe’

Ehmed Şêxo destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser dê xebatên xwe yên ji bo siberojeke baştir ji herêmê re bidomîne û bal kişand ser girîngiya giştîkirina ezmûna wê li tevahiya Sûriyeyê û wek çareseriya pirsgirêkên heyî destnîşan kir.

‘Rêveberiya Xweser hevgirtina civakî pêk anî û ji bo siberojê dixetibe’
11 adar, 2025   05:15
REQA
ENES MIHEMED

Hevserokê Saziya Çavdêriya Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ehmed Şêxo diyar kir ku ezmûna Rêveberiya Xweser modeleke zindî ye ku dikare bandoreke erênî li tevahiya Sûriyeyê bike û got: "Rêveberiya Xweser mûneyek zindî ya rêveberiya herêmî ya demokratîk û hevbeş dide ku hevgirtina civakî pêş dixe û rêzê li cihêrengiya çandî digire."

Ehmed Şêxo îşaret bi îmkana avakirina Sûriyeyê wek dewleteke piralî ya demokratîk ku rêzê li mafên hemû pêkhateyên wê digire kir û bal kişand ser wê yekê ku divê civata navneteweyî piştgiriya hewlên Sûriyeyê bike ji bo bihêzkirina aramiyê û avakirina siberojeke baştir ji welatê xwe re.

Her wiha got: “Rêveberiya Xweser îsbat kir ku ew aktora sereke ye di pêkanîna aramî û pêşketinê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi saya nêrîna xwe ya berfireh karî ewlehî û aramiyê pêk bîne, her wiha roleke diyarker di şerê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞ’ê de lîstiye.”

DESTKEFTIYÊN MEZIN

Şêxo got Rêveberiya Xweser di pêşkêşkirina xizmetguzariyên bingehîn ên weke perwerde, tenduristî, av û kehrebeyê de bi ser ket û her wiha ji bo geşepêdana aborî xebitî û piştgirîkirina karsaziyên piçûk û navîn kir. Her wiha bal kişand ser rola jinan di jiyana siyasî û civakî de û pêşxistina pêkvejiyana aştiyane di navbera pêkhateyên çandî yên herêmê de.

Şêxo got: "Rêveberiya Xweser bi naskirina mafên hemû pêkhateyan, weke Kurd, Ereb, Suryan, Aşûrî û yên din, bû egera bihêzkirina hevgirtina civakî û pirrengiya çandî. Her wiha derfeta perwerdehiya bi zimanên dayikê peyda kiriye û piştgiriya çalakiyên çandî û hunerî yên ku vê cihêrengiyê diyar dikin, dike. "

MODELEK JI BO REFORMAN

Ehmed Şêxo tekez kir ku modêla Rêveberiya Xweser dikare bandoreke erênî li tevahiya Sûriyeyê bike, ji ber ku ew nimûneyeke baş a rêveberiya xwecihî ya demokratîk û hevbeş e ku hevgirtina civakî û cihêrengiya çandî bilind dike. Şêxo wiha pê de çû: "Rêvebiriya Xweser hewl dide peyamekê bigihîne tevahiya Sûriyeyê û civaka navdewletî ku çareseriya kirîza Sûriyeyê bi diyalog û dan û standinê di navbera hemû aliyan de pêk tê.”

Şêxo her wiha got: "Sûriyeyê dikare bibe dewleteke demoqrat û piralî ku rêzê li mafên hemû pêkhateyên xwe bigire, û divê civaka navdewletî piştgiriya hewlên sûriyeyiyan bike ji bo avakirina siberoke baştir ji bo welatê xwe.”

Şêxo di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku Rêveberiya Xweser dê xebatên xwe yên ji bo avakirina siberojeke baştir ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bidomîne û hêviya xwe anî ziman ku ev ezmûn dê bibe sedema aramî û geşbûna Sûriyeyê bi giştî. Şêxo got: “Em ji bo siberojeke aramtir û geştir ji bo Sûriyeyê dixebitin, ku tê de hemû pêkhate di nava aramiyê de bijîn.”

(k)

ANHA