Elewiyan daxwaza parastina navneteweyî kir

Xelkê Elewî ji hundirê baregeha hewayî ya Rûsyayê ya Himêmîmê qirkirina li dijî wan şermezar kir û bang li civata navneteweyî kir ku wan biparêzin.

Elewiyan daxwaza parastina navneteweyî kir
10 adar, 2025   21:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi hezaran welatiyên ku ji kuştin û sûcên li dijî Elewiyên perava Sûriyeyê ber bi baregeha hewayî ya Rûsyayê ya Himêmîmê ve reviyane, daketin xwepêşandanan.

Xwepêşandêran qirkirina li dijî Elewiyan şermezar kir û diyar kirin ku ew naxwazin ji baregehê derkevin û vegerin malên xwe.

Duh dîplomasiyan jî ragihandibû ku Amerîka û Rûsyayê ji Meclisa Ewlehiyê xwest ku civîneke girtî ji bo nîqaşkirina tundiya li Sûriyeyê li dar bixe.

Reuters’ê ku xwe dispêrê dîplomatan diyar kir ku ev daxwaz piştî hilweşîna rewşa li herêma perava Sûriyeyê hat kirin.

Girêdayî wê, wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot ragihand ku wî der barê bûyerên dawîn ên li Sûriyeyê de bi hevpîşeyê xwe yê desthilata Şamê re axivî û diyar kir ku Parîs li benda cezakirina sûcdaran e.

Îranê jî girêdayî wê diyar kir tu sedemên êrişên li dijî pêkhateyên Sûriyeyê tune ne.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Ribio bang li desthilata Şamê kir ku "terorîstên tundraw" ên ku komkujî li peravê pêk anîne, ceza bikin û got: "Washington li kêleka pêkhateyên olî û neteweyî yên Sûriyeyê ye."

Têkildarî wê, Almanyayê jî komkujiyên li perava Sûriyeyê şermezar kirin û bang li desthilata Şamê kir ku dawî li êrişên dîtir bîne.

Komîserê Neteweyên Yekbûyî (NY) Volker Turk jî nerazîbûn li hemberî komkujiyan nîşan da.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku di rojên dawîn de 973 welatî hatin qetilkirin.

(mh/fr)