Mihemed Şefîq… Azadî hêjayî her tiştî ye

Mihemed Şefîk nîşana têkoşîna bêwestan û fedakariyê bû. Wî mîrateyeke têkoşînê li pey xwe hişt ku wê di bîra gelê xwe de bimîne. Ew di wê baweriyê de bû ku azadî hêjayî her tiştî ye, heta şehadetê jî.

Mihemed Şefîq… Azadî hêjayî her tiştî ye
11 adar, 2025   06:10
QAMIŞLO
KELSÛMA ELÎ

Mihemed Şefîq di sala 1960’î de li bajarokê Mistefawiyê yê bajarê Girkê Legê yê kantona Cizîrê ji dayik bûye, ji biçûkatiya xwe de guhdariya axaftinên mezinan ên li ser pirsgirêka Kurd dikir, çîrokên koçberî û çewisandinê guhdar dikirin. Wê demê wî nizanibû ku navê wî dê di rûpelên dîrokê de bê nivîsandin, wekî yek ji wan kesên ku bi xwîn û baweriya xwe rûpelên têkoşînê nivîsandine.

Mihemed Şefîq di malbateke kedkar de mezin bû ku jiyana xwe ji bo kar û çandiniyê terxan kir. Heta dibistana navîn xwend, paşê bi avakirina malbata xwe re mijûl bû, bû bavê 10 zarokan; 5 kur û 5 keç. Lê tevî berpirsyariyên malbatî jî ew ji têkoşîna doza gelê xwe yê Kurd dûr neket.

HER TIM ÇALAK BÛ

Di salên 1980’yî de Mihemed Şefîq Tevgera Azadiya Kurdistanê nas kir û ji wê demê ve di nava tevgera neteweyî de cih girt, civak bi rêxistin dikir û ramana rizgariyê ji derdora xwe re radigihand.

Di sala 2008’an de ji ber polîtîkayên şovenîst ên rejîma Baasê ku ji bo koçkirinê meşandin, ew û malbata xwe neçar man ku biçin başûrê Kurdistanê û kar bikin, lê dilê wî bi xak û gelê wî ve girêdayî ma. Bi destpêkirina şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di sala 2012’an de, ji bo tev li tevgera şoreşgerî ya gel bibe, bê dudilî ew vegeriya warê xwe da ku bibe beşeke tevgera gel û şoreşgerî.

VEGERA LI WELAT Û TEVLÊBÛNA DI NAVA ŞOREŞÊ DE

Mihemed Şefîq dema vegeriya bajarokê xwe Mistefawiyê, tev li çalakiyên şoreşgerî bû, di her kombûn û meşan de amade bû û bang li her kesî kir ku di avakirina siberojeke nû ya Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de beşdar bibin.

Di sala 2018’an de tev li Hêzên Parastina Civakê bû û bû beşek ji xebatên ji bo xurtkirina ewlehî û aramiya herêmê.

ROJEKÊ JÎ NEWESTIYA

Mihemed Şefîq ne mirovekî ku li paş rûniştibû, ew di meş û çalakiyan de her di rêza herî pêş de bû. Beşdarî karwanên sivîl ên ku ber bi Efrîn û Serêkaniyê ve diçûn bû û bi gelê xwe re li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk rawestiya.

Hevalê wî Îbrahîm Newaf ku di berxwedana bendava Tişrînê de bi wî re bû, got şehîd Mihemed Şefîq moral dida her kesî û banga xweragirî û berxwedanê dikir. Newaf wiha dewam kir: "Di çalakiyê de pir bi çoş bû, wî parastina bendava Tişrînê wek erkeke pîroz didît."

XEBATÊN XIZMETGUZARIYÊ Û ALÎKARIYA KOÇBERAN DIKIRIN

Mihemed Şefîq ne tenê di têkoşîna leşkerî û siyasî de derkete pêş, her wiha ew di qada xizmetê de jî çalak bû. Ew tevlî xebatên birêvebirina kar û barên bajarokê xwe bû, û alîkariya xelkê kir ku pêdiviyên xwe yên bingehîn peyda bikin.

Hevalê wî Îbrahîm Newaf der barê mijarê de got: "Şehadeta wî ne tenê ji bo malbata wî, lê ji bo hemû gundên Aliyan, bi taybetî bajarokê wî Mustefawiyê windahiyeke mezin bû, ew yek ji wan kesan bû ku bi koçberên Efrîn û Şehbayê re mijûl bû, û mal û pêdiviyên jiyanê ji wan re peyda kir.”

MIROVEKÎ XWEDÎ RÊGEZ BÛ

Hevalên wî dibêjin ku ew kesekî aram, durist û dilsozê fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bû. Rêya şehîdan pîroz didît û di wê baweriyê de bû ku têkoşîn divê bê navber dewam bike.

Hevjîna wî Emîna Îbrahîm ku di hemû jiyana xwe de li gel wî bû, behsa girêdana wî ya kûr bi şoreşê re kir û got: "Berî şoreşê em li Başûrê Kurdistanê Kurdistanê bûn, lê dema şoreşê dest pê kir, wî nexwest li wir bimîne, ji min re got “Gelê min di nava têkoşînê de ye ,ez nikarim dûr bimînim. Em vegeriyan bajarê xwe û ji wê demê ve ew bê rawestan tê dikoşiya. "

Her wiha anî ziman ku çawa dev ji karê xwe yê terzîtiyê berda û hemû dema xwe ji bo têkoşînê terxan kir û anî ziman ku wî her tim wiha digot: "Xeta şehîdan ji bo min xeta pîroz e û ez ê heta dawiyê li ser wê bimînim.”

LI BENDAVA TIŞRÎNÊ ŞEHÎD BÛ

Mihemed Şefîq di têkoşîna xwe ya dawî de di nava parêzvanên bendava Tişrînê de cih girt. bendav gelek caran rastî êrişên dagirkeriya Tirk hat. Di yek ji wan êrişan de dema ku Mihemed Şefîq li bendavê çalakiya parstinê dikir şehîd bû û têkoşîna xwe bi fedakariyeke nemir tacîdar kir.

AZADÎ HÊJAYÎ HER TIŞTÎ YE, HETA ŞEHADETÊ JÎ

Mihemed Şefîk ne tenê mirovekî asayî bû, ew sembola fedakariyê bû û mîrateyeke têkoşînê li pey xwe hişt ku wê di bîra gelê xwe de bimîne. Ew ne li benda xelatekê, lê ji bo wî têkoşîna ji bo gel û şoreş destkeftiya herî mezin bû. Ew di wê baweriyê de bû ku azadî hêjayî her tiştî ye, heta şehadetê jî.

(k)

ANHA