Rêveberiya Xweser her şemî ji bo xebata komînan veqetand

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku her şemiya serê heftê ji bo komînê ye û divê endamên Rêveberiya Xweser di nava komînê de li gorî planên wê, bixebitin.

Rêveberiya Xweser her şemî ji bo xebata komînan veqetand
Rêveberiya Xweser her şemî ji bo xebata komînan veqetand
Rêveberiya Xweser her şemî ji bo xebata komînan veqetand
Rêveberiya Xweser her şemî ji bo xebata komînan veqetand
Rêveberiya Xweser her şemî ji bo xebata komînan veqetand
Rêveberiya Xweser her şemî ji bo xebata komînan veqetand
Rêveberiya Xweser her şemî ji bo xebata komînan veqetand
28 hezîran, 2025   17:23
REQA

Meclisa Gelan a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li avahiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk  a Reqayê di rûniştina xwe ya 114’an de erkên meclisên xwecihî û komînan nîqaş kirin.

Di rûniştin de endamên Meclisa Gelan a Demokratîk ên li kantonên Herêmê, hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd û Hisên Osman amade bûn.

Di rûniştinê de erkên geşkirina meclisên xwecihî û xurtkirina wan di dayîna biryarên aktîv de ku di beşdarkirina rewşên xizmetguzarî û rêxistinî li herêman de bibin alîkar, hatin nîqaşkirin.

Li kêlek wê xurtkirina rola meclisan di pêşkêşkirina xizmetguzariyên bingehîn de, weke peydakirina hîmeke datayan ji bo her komînekê û xebata berdewam ji bo wê yekê, birêxistinkirina xebata komînan, hevserngiya di navbera hêzên siyasî û leşkerî de, hatin gotûbêjkin..

Rûniştin bi erêkirina li ser derxistina giştînameyekê bi dawî bû, û wiha ye:

Avakirina komînan li gorî Hevpeymana Civakî û qanûna erkan.

Roja şemiyê ji her hefteyê ji komînê re hat veqetandin, tê de endamên komînê, karkerên Rêveberiya Xweser amade bibin, ku di pêkanîna xebat û planên komînê destnîşan kirine de amade bibin.

Di 3 saetên dawîn ên roja dewamê ya pêncşemê de; saet ji 12:00’an heya 15:00’an bibe roja paqijiya sazî, meclis, cihên giştî û rêveberiyan. Ev sazî wê ji hêla karkerên li tevahî kantonan ve werin paqijkirin. Wê ji 1/7/2025’an dest bi sererastkirin û birêxistinkirina komînan were kirin.

Komîn li gorî qanûna birêxistinkirina erkên meclis û saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a bi hejmara /13 a 2023’an, bixebite.

(fr)

ANHA