Xelkê Til Birakê şehîd Zîlan bi bîr anî û soza şopandina rêça wê da

Xelkê Til Birakê şehîd Zîlan di salvegera şehadeta wê de bi bîr anîn û soza xwe ya şopandina têkoşîna wê dubare kir.

Xelkê Til Birakê şehîd Zîlan bi bîr anî û soza şopandina rêça wê da
Xelkê Til Birakê şehîd Zîlan bi bîr anî û soza şopandina rêça wê da
Xelkê Til Birakê şehîd Zîlan bi bîr anî û soza şopandina rêça wê da
28 hezîran, 2025   18:03
HESEKÊ

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li bajarê Til Berek ê Kantona Cezîrê, ji bo bîranîna şehîd Zîlan (Zeyneb Kinacî) çalakiyek li dar xist. Di çalakiya li hola Navenda Çand û Hunerê ya bajêr hatiye lidarxistin de xelkê bajêr, nûnerên ji saziyên sivîl û partiyên siyasî amade bûn.

Destpêkê, hevseroka Nivîsgeha PYD’ê li Til Birakê Cewahir El Ebdullah peyama şehîdan Zîlan xwend.

Piştî xwendina peyamê, rêvebera PYD’ê Mizgîn Botan şehîd Zîlan bi bîr anî û diyar kir ku ew nimûneya zindî ya wêrekiya jina berxwedêr bû û got: "Zîlanê di oxira doza rûmet û azadiyê de fedakariyên gewre pêşkêş kirin. Çalakiya wê ya fedaî jî nîşaneya baweriya wê ya mutleq a pêwîstiya têkoşînê bi çi berdêlê be, bû."

Mizgînê anî ziman ku şehîd Zîlan dengê jinên îhanet red kirin û meşaleya wan bû. Ew ne tenê gerîla bû, lê sembola îsrar û rûmetê bû.

Beşdaran di dawiyê de soza şopandina rêça şehîd Zîlan da û diyar kir ku ew ê ji bo avakirina civakeke azad û demokratîk ku daxwazên şehîdan ên azadî û edaletê pêk bînin, fikir û karê wê bidomînin.

Têkoşer Zîlan (Zeyenb Kinacî) sala 1995’an tev li tevgera rizgariya Kurdistanê bû, di 30’ê Hezîrana 1996’an de li hemberî hewldana qetilkirina Rêber Abdullah Ocalan ku 6’ê Gulana heman salê de li Şamê hatibû kirin, çalakiyek fedaî li Dêrsimê li dijî leşkerên artêşa dewleta Tirk a dagirker li dar xist.

(ac/fr)

ANHA