Li Hema, Idlib û Humsê 4 kes hatin kuştin

Li li bajarên Hema, Idlib û Himsê yên Sûriyeyê 4 kes di rewşên cuda de hatin kuştin.

Li Hema, Idlib û Humsê 4 kes hatin kuştin
8 ÇILE, 2025   23:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku li nêzî gundê Berî Şerqî yê gundewarê Selemiyê yê bajarê Hemayê cenazeyên 2 kesan hatin dîtin, şopên lêdan û guleyan li gewdeya wan hebûn.

Li gorî SOHR'ê, ew her du kes ji 17'ê meha borî de ji aliyê hin kesên ji gundê Mexrema Foqanî (Jorîn) ê gundewarê Humsê ve, hatibûn revandin.

Li Meret Misrîn ê bakurê Idlibê jî cenazeyê ciwanekî 20 salî ku ji çend rojan de windayî bû, hat dîtin. Ew jî bi guleyan hatibû kuştin.

Li taxa Cib El Cendelî ya bajarê Humsê jî komek çekdarên nenas êrişî mala stranbêj Beha El Yûsif kiribû, di encamê de 2 jin hatin kuştin û ciwanekî ji malbata wan birîndar bûbû. Lê wî  ciwanî jî ji ber birînên giran jiyana xwe ji dest da.

Piştî ketina rejîma Beşar Esed, 115 sûc li Sûriyeyê hatin pêkanîn, di encama wan sûcan de di nav de 8 jin û 5 zarok, bi giştî 198 kes hatin kuştin.

(mh/fr)