Rêveberiya Xweser: Divê dewleta Tirk û çeteyên werin darizandin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk diyar kir ku çi karesatên jîngehî û mirovî li Bendava Tişrînê çêbibin, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yekser berpirsiyar in.

Rêveberiya Xweser: Divê dewleta Tirk û çeteyên werin darizandin
22 ÇILE, 2025   23:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê de diyar kir ku êrişên bênavber ên dijî bendava berxwedanê metirsiyên hilweşîna wê zêde dikin û dê bi xwe re jî karesateke jîngehî û mirovî bîne û berpirsiyariya yekser dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ye.

Rêveberiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişên li dijî Bendava Tişrînê û hedefgirtina sivîlan binkeftina armancên xwe binixumîne.

Di daxuyaniyê de Rêveberiya Xweser anî ziman ku di encama êrişa îro ya dijî Bendava Tişrînê de welatiyek şehîd bû û 20 jî birîndar bûn.

Rêveberiyê di dawiyê de got divê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gorî peyman û qanûnên navneteweyî der barê sûcên kirine de werin darizandin.

(fr)

ANHA