Çîroka lehengiyê ya nayê jibîrkirin: Baran Qamişlo

Baran Qamişlo yê li ser hezkirina welêt û parastina rûmeta wî mezin bûye, di bîra welatan de semboleke nemir û çirûska bi baweriya bi dozê vêketî ye. Ji bo amaneta bavê xwe yê şehîd mînaka wefedariyê ye. Di her gavekê li ser rêya berxwedanê, mohreke cesaret û lehengiyê li dû xwe hişt. Çîroka lehengiyekê ku nayê jibîrkirin, bi destanekê bi dawî kir.

Çîroka lehengiyê ya nayê jibîrkirin: Baran Qamişlo
Çîroka lehengiyê ya nayê jibîrkirin: Baran Qamişlo
Çîroka lehengiyê ya nayê jibîrkirin: Baran Qamişlo
Çîroka lehengiyê ya nayê jibîrkirin: Baran Qamişlo
Çîroka lehengiyê ya nayê jibîrkirin: Baran Qamişlo
Çîroka lehengiyê ya nayê jibîrkirin: Baran Qamişlo
Çîroka lehengiyê ya nayê jibîrkirin: Baran Qamişlo
Çîroka lehengiyê ya nayê jibîrkirin: Baran Qamişlo
23 ÇILE, 2025   03:55
QAMIŞLO
SILAVA EBDUREHMAN-EHMED SEMÎR

Li taxa Xanîka ya bajarê Qamişloyê Bircus Sirac Ebdulezîz sala 2001`an ji dayîk bû. Baran Qamişlo (Bircus Sirac Ebdulezîz) li ser hezkirinê û nirxên nîştimanî mezin bû. Bavê wî Sirac Ebdulezîz, endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) bû. Hezkirina welêt û parastina wî di hundirê kurê xwe de çand.

XWEDÎDERKETINA LI EMANETÊ

21`ê Nîsana 2016`an li çerxerêya El WEhdÊ ya Qamişloyê, çeteyekî xwekuj ê DAIŞ`ê xwe teqand. Bavê Baran yek ji qurbaniyên êrişê bû. Wê demê Baran 15 salî bû. Lê berpirsyariya ku bavê wî hiştiye, girte ser xwe.

Şehadeta bav, bandor li Baran kir. Di encamê de, ruxmî ku di xwendinê de serkeftî bû dev ji xwendinê berda. Biryar da ku li hember malbata xwe ya biçûk, li gorî berpirsyariyê be ku hem bav hem bira bû. Soz da xwe ku çekê bavê xwe rake.

AXA ME NAMÛS Û ŞEREFA ME YE

Baran dsetpêkê tev li tevgera ciwanên şoreşger bû. Ji bo ku alîkariya malbata xwe bike, di gelek qadan de mîna sîna, çapxaneya El Xed, xebitî. Kurê duyemîn ê malbatê ye û xema hemûyan dixwar, nemaze xwişka wî ya biçûk Jîn ku zêde bi Baran ve girêdayî bû.

Jîn li ser birayê xwe wisa axivî: "Dema Baran got dê biçe eniyên şer, ji dayîka min re got, heke ez û hevalên xwe neçin, çete dê bi rihetî bikevin bajarê me. Em zarokên roj û agir in. Axa me namûs û şerefa me ye. Çi bê xwestin em dev jê bernadin."

Jîn wiha domand: "Ji bo min, Baran her tişt bû. Ji min re digot, heke ez di dibistanê de serkeftî bim, dê her tiştî ji min re bikire. Heke ez ne serkeftî bim, tiştekî ji min re nayne. Her tim dixwest ez taybet bim. Ez bi wî û bavê min serbilind im. Wan serê me bilind kir."

DI HER GAVEKÊ DE WÊREKÎ Û AQILMENDÎ

Baran ji biçûkahiya xwe ve, wêrek bû. Dayîka wî Îman Elî der barê taybetmendiyên Baran de got: "Baran kurê min ê duyemîn e. Lê di nava xwişk û birayên xwe de taybet bû. Di her gaveke xwe de wêrek û aqilmend bû. Şadî dikir dilê her kesî. Li şûna xwe valahiyeke mezin hişt ku kesek nikare wê tije bike."

Îman ev li gotinên xwe zêde kir: "Baran bi bavê xwe ve gelekî girêdayî bû. Dema biçûk bû, her tim pê re diçû ser karê wî yê asayîşê. Çekê bavê xwe radikir û xwe pê didî. Xwe wek şervanan dikir. Ji bavê xwe fêrî hezkirina welêt bû. Fêm kir ku parastin, erkeke pîroz e."

RAKIRINA ÇEKÊ BAVÊ XWE Û PÊKANÎNA XETA WEFADARIYÊ

Piştî çend salan, Baran biryar da ku rêya bavê xwe temam bike. Sala 2021`an tev li hêzên komandos ên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bû û çekê bavê xwe rakir ku ji bo wî emanet û sembola wefadariyê bû.

Îman detayên wesîyeta kurê xwe Baran parve kirin û got: "Baran ji hevalên re gotiye dema şehîd bibe, divê şad bibin mîna ku dawata wî ye. Ji wan re gotiye ku bireqisin, bijî bikin, guleyên serkeftinê biavêjin. Ji dayîka min re bêjin, bila bi şehadeta min serbilind be û haj xwişka min Jîn hebe."

ŞER Û DESTAN

Baran tev li gelek operasyonên leşkerî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji Hesekê (girtîgeha Sînaa), heta Reqa û Dêrazorê bûye. Her tim li pêş bû. Her wiha tev li operasyonên lêgerînê yên duyemîn, sêyemîn û çaremîn ên li Holê bûye.

2`yê Kanûna 2024`an di şerê bajarê Helebê de Baran şehîd bû. Mîna her carê li pêş bû. Xalê wî Şahîn Hisên got: "Piştî ku bavê Baran şehîd bû, Baran bi min re di çapxaneyê de kar kir. Biçûk bû lê berpirs bû. Tev li hêzên leşkerî bû û her tim li pêş bû. Di singê xwe de birîndar bû, ji ber ku her tim li pêş bû."

Hevalê şehîd Baran Hazim Xelef Keco jî şehîd Baran wiha wesifand: "Baran dostê rojên dijwar bû. Leheng, dilrehim, fedakar bû. Li eniyan her tim digotˋ ez xwe fedayî we dikim. Hûn li paş binˊ. Ne tenê şervanek bû lê di xwezaya xwe de, fermandar bû."

HEKE EZ BIMIRIM EZ Ê ŞEHÎD BIKEVIM

Baran her tim digot: "Ez li ser nivînan namirim. Ez ê şehîd bikevim." Ev gotin, giyanê wî yê şoreşger û wêrekiya wî ya bêsînor nîşan dide.

MÎRAS Û BERXWEDANEKE NEMIR

Baran li dû xwe mîraseke nemir a wêrekiyê û dilsoziyê hişt. Hevalên wî dibêjin, ew minetdarên wî ne û dê rêya wî bişopînin, axa ku bi xwîna xwe parastina wê kiriye, biparêzin, Baran ne tenê şehîd e, lê "sembola berxwedanê û çirûska ku venamire" ye.

Baran Qamişlo, çîroka berxwedan û israra li ser heqîqetê ye û dê ji nifşên bê re her tim bê gotin.

(şx/fr)

ANHA