Rêveberiya Xweser bang li Şamê kir ku vegera koçberan hêsan bike

Cîgirê hevserokên Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran bang li hikumeta veguhêz a Sûriyeyê kir ku ji bo vegera hemû koçberan hevkariyê bi Rêveberiya Xweser re bike.

Rêveberiya Xweser bang li Şamê kir ku vegera koçberan hêsan bike
20 hezîran, 2025   06:25
REQA
ENES MIHEMED

Ji bo hêsankirina vegera bi hezaran koçberan bo herêmên xwe yên hundirê Sûriyeyê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li hikumeta veguhêz a Sûriyeyê kir ku bi awayekî bibandor hevkariyê bike ji bo ku koçber bi hêsanî bikarin vegerin.

Di 10’ê Adara vê salê de, fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî û serokê hikumeta veguhêz Ehmed El Şerî, rêkeftineke ji 8 xalan pêk tê, îmze kir. Yek ji xalên wê jî mîsogerkirina vegera koçberên Sûriyeyê di bin parastina dewleta Sûriyeyê de bû.

Li gorî çavdêran vegerandina koçberên li kamp û stargehên kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê giran pêk tê.

Cîgirê hevserokên Desteya Karûbarên Civakî û Kedkaran a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şêxmûs Ehmed ji ajansa me re diyar kir: "Rêveberiya Xweser ji gotûbêjkirina dosyaya koçberan, bi rêya komîteyên hevbeş,  danûstandinên xwe de bi hemû aliyan re berdewam dike, bi taybet bi Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) û Hikûmeta Veguhêz li Şamê re."

KAMPA HOLÊ: HEWLDANÊN BERDEWAM JI BO VEGERA KOÇBERAN

Şêxmûs Ehmed bal kişand ser hewldanên di vî warî de û biryareke taybet a der barê kampa Holê de ku beriya hefteyekê bi hevkariya UNHCR`ê û rêxistinên xwecih komeke koçber ber bi Helebê ve hatin derxistin.

Koma koçberan ji 42 malbatan (178 kes) pêk dihat. Ehmed destnîşan kir ku di rojên pêş de dê komên din ên koçberan ber herêmên hundirê Sûriyeyê ve bêne şandin.

ÇARENÛSA BI HEZARAN KOÇBERAN NE DIYAR E

Ehmed bang li hikumeta veguhêz a Sûriyeyê kir ku ji bo vegera hemû koçberan xizmetguzariyan hêsan bikin û hevkariyê bi Rêveberiya Xweser re bike.

Her wiha tekez kir ku divê vegera ewle ya koçberan were pêkanîn, xebatên avakirina malên wan û binesaziya herêmên wan ên wêrankirî bilez pêk bên da ku bikarin vegerin jiyana xwe ya asayî.

Ehmed da zanîn ku kampa Erîşa bi temamî hatiye valakirin û malbatên li wir vegeriyane parêzgeha Dêrazorê, ji ber ku piraniya wan ji wê deverê ne. Bi hevkariya UNHCR`ê 9 karwanên koçberan ji kampê hatin derxistin, her wiha hin malbat jî ji kampên Mehmûdlî, Tiwêhina û Ebû Xeşeb vegeriyan malên xwe li herêmên dundirê Sûriyeyê.

Tevî van hewldanan jî bi hezaran malbat hîn li kampan mane û divê vegerin, lê rastî zehmetî û arîşeyên mezin tên, weke wêranbûna binesaziyê, hilweşandina malên wan û sûcên çeteyên dewleta Tirk ên li herêmên dagirkirî.

(k)

ANHA