Pirsgirêka avê li Qamişloyê… sedemên wê û daxwazên xelkê

Di her saetekê de nêzî 70 hezar metrekab av ji çavkaniyên avê digihêje taxên Qamişloyê. Lê tevî wê jî hin taxên bajêr bê av dimînin. Şêniyên bajêr daxwaza çareseriyê dikin, hewldanên saziyên têkildar jî berdewam in.

Pirsgirêka avê li Qamişloyê… sedemên wê û daxwazên xelkê
Pirsgirêka avê li Qamişloyê… sedemên wê û daxwazên xelkê
Pirsgirêka avê li Qamişloyê… sedemên wê û daxwazên xelkê
Pirsgirêka avê li Qamişloyê… sedemên wê û daxwazên xelkê
Pirsgirêka avê li Qamişloyê… sedemên wê û daxwazên xelkê
Pirsgirêka avê li Qamişloyê… sedemên wê û daxwazên xelkê
20 hezîran, 2025   07:35
QAMIŞLO
EHMED SEMÎR

Ji ber berdewamiya qutbûna avê li gelek taxên bajarê Qamişlo, şênî daxwaza çareseriya vê pirsgirêkê dikin, ku her sal bi hatina havînê re dubare dibe.

Şaredariya Gel diyar dike ku sedema qutbûna avê ew e ku stûnên elektrîkê ji ber bahozê hilweşiyanre Lê hin sedemên din jî hene wekî xirabûna şebekeya avê ya kevn, kêmbûna avê li bîr û bendavan her wiha xerckirin û rijandina zêde.

Berê îstasyona bakur a Qamişloyê elektrîk dida stasyonên avê. Lê piştî ku dagirkeriya Tirk ev avahî û çavkaniyên wan hilweşandin, Desteya Enerjiyê ji bendava Firatê kehrebe da stasyonên avê yên bajêr.

ÇAVKANIYÊN AVÊ LI QAMIŞLOYÊ

Ava Qamişloyê ji 3 çavkaniyên sereke yên avê tê peydakirin: Stasyona Hilaliye, Ewêca û Ceqceq, her wiha  stasyona Bendava Sefan ku avê dide stasyona Awîceyê û ji wir dide taxên Qamişloyê.

Îstasyona Hilêliyê ji 52 bîr pêk tê, ji wan tenê 47 bîr niha di xizmetê de ne, ku ji 40 heta 75 metrekab av di saetekê de derdixe. Li gorî statîstîkên Rêveberiya Avê, ev bîr di saetekê de nêzî 50,000 metrekab di dide taxên bajêr û ji sedî 80 ji bajêr têr av dike. Ev stasyon di dema qutbûna elektrîkê de jî tê xebitndin, ji ber ku Rêveberiya Avê ew şeş jeneratoran elektrîkê ji bo stasyonê dixebitîne.

Stasyona Ewîceyê ji 11 bîrên avê pêk tê. Li stasyona Ceqceq jî 6 bîr hene, her wiha 13 bîrên belavkirî jî hene. Ev bîr ji sedî 20`ê hewcedariya avê ya bajêr peyda dikin. Stasyona Awîceyê her saetekê 355 metrekab, her roj 8 hezar û 520 metrekab av dide bajêr.

Bendava Sdfan, yek ji bendavên stratejîk ên kantona Cizîrê ye. Avê dide bajarên Dêrik, Girkêlegê, Çiaxa, Tirbespiye û Qamişloyê, her saer ji 800 heta 900 metrekab av dide.

Bi giştî çavkaniyên avê di saetekê de nêzî 70 hezar metrekab av dide taxên Qamişloyê. Tevî vê jî, hinek deverên Qamişloyê pir caran bê av dimînin.

ASTENGIYÊN XWEGIHANDINA AVÊ

Hin astengiyên mezin hene ku nahêlin av bighêje bajêr, weke xerabûna tora avê, ku ji sedî 40 xerabûye, ji ber ew berî nêzî 50 salan hatiye danîn, lewma av nagihêje hin taxan.

Her wiha ziwabûn û krîza avhewayê jî hiştine ku ava bendavan kêm bibe, bi taybet ji ber kêmbûna baranê. Bendava Saffan a stratejîk ku xwe dispêre ava baran, kanî û çeman, îsal ji ber kêmbûna bajrê  rêjeya ava wê kêm bû. Vê yekê hiştiya ku ava binerd yan bîran jî kêm bibe.

Sabrîn Feysel Mûsa ya ji taxa Hilêliyê der barê mijarê dibêje, "Ev 5 sal in em sedema qutbûna avê nizanin û em hêvîdar in ku av vegere, weke hemû taxên derdorê. "

Sabrîn û şêniyên din ên taxê ev 5 sal in ji ber qutbûna avê li taxê bêzar in. Sabrîn destnîşan kir ku pirsgirêka avê bi salan dest pê kiriye: "Em zû şiyar dibûn da ku avê dagirin. Ev pirsgirêk ne tenê havînê derdikeve, zivistanê jî em êşa qutbûna avê dikişînin. Di boriyan de dilopek av nemaye, ji ber vê yekê em her du rojan carekê bi 50 hezar lîreyan avê dikirin, ev mesref û barê me yê aborî zêde dike. "

‘BI SALAN E AV LI TAXA ME NEMAYE’

Hemdiya Ebdulrehman Salih ku xelkê taxa Hilêliyê ye dibêje  bi salan e av li taxa wan nemaye. Her wiha dibêje ku sedema qutbûna avê girtina xeta avê ya taxê ye. Ji bilî vê sedemê em ti sedemên din ên qutbûna nizanin.

Hemdiya hêvî dike ku rayedarên peywendîdar xeta wan ya avê sererast bikin û jiyanê vegerînin taxê.

‘BERDEWAMIYA PIRSGIRÊK AVÊ ME DIÊŞÎNE’

Eyşe Şiblî ji taxa Kornîş e dibêje ku ew li taxê ti caran rehet nabin, her tim tankerên avê li taxê ne û avê ji bo şêniyan dadigirin. Qetbûna avê ya ku her sal dubare dibe me dêşîne."

Eyşe da zanîn, "Dema ku em sedema qutbûna avê ya taxê dipirsin, dibêjin kehrebe qut bûye yan jî karê sererastkirinê heye. Em jî sedema wê nizanim. "

JI BO KÊMKIRINA KIRÎZA AVÊ YA LI QAMIŞLOYÊ HIN ÇARESERÎ

Guhertina avhewayê bandor li barîna baranê kiriye û hiştiye ku çavkaniyên avê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kêm bibin. Ji ber vê yekê, saziyên peywendîdar divê bilez tevbigerin da ku bandora krîza avhewayê kêm bikin û avên binê erdê bi rêkûpêk bikar bînin.

Her wiha  derengmayîna sererastkirina xetên avê yên xirabûyî jî sedemeke sereke ye ku nahêle av bighêje hemî xetên bajêr. Ji ber vê yekê divê binesaziya avê were pêşxistin û av ji bo her malê were peyda kirin.

Bi zêdebûna hijmara şêniyan û ferehbûn û mezinbûna bajêr re, hewcedariya avê jî zêde dibe, lewma zexta li ser xetên avê giran dibe. Lewma ji Şaredariya Gel tê xwestin şêniyan der barê xerckirina avê de hişyar û agahdar bike.

(k)

ANHA