Daxwazên tevlêbûna Meclisa Jinan a Sûriyeyê zêde dibin

Endamên Meclisa Jinan a Sûriyeyê destnîşan kir ku bi armanca nasandina jinan bi mafên wan ên siyasî û hiqûqî gelek civîn tên lidarxistin. Her wiha îşaret bi vê yekê kir ku daxwazên tevlêbûna nava meclisê jî zêde dibin.

Daxwazên tevlêbûna Meclisa Jinan a Sûriyeyê zêde dibin
20 hezîran, 2025   02:35
REQA
DÎMA MIHEMED

Endamên Meclisa Jinan a Sûriyeyê têkildarî xebatên meclisê, hevdîtinên wê li yên li deverên cuda yên Sûriyeyê, her wiha hewldanên wê yên demokratkirina Sûriyeyê û mîsogerkirina mafên wan di destûra Sûriyeyê, ji ajansa me re axivîn.

Endama Komîteya Rêxistinî ya Meclis Jinan a Sûriyeyê Ezîza El Yûsif diyar kir ku jin di hewldanên demokratîkirina Sûriyeyê de bi roleke sereke radibe û got: "Jin di pêvajoya dîrokî ku welat tê re derbas dibe, afînerên guhertinê ne."

Ezîza Yûsif anî ziman ku beşdarkirina jinan di afirandina biryarên siyasî de daxwazeke hiqûqî ya ji rêzê nîn e, lê belê belê ji bo çareseriykirina aloziya Sûriyeyê pêdiviyeke nîştimanî ye. Her wiha îşaret bi vê yekê kir ku jin çîna herî zêde ye ku ji ber şer zerar dîtine, lew ra yên ku herî zêde ji pêdiviyên aştî û ji nû ve avakirina civakî haydar in.

Ezîza Yûsif bal kişand ser vê yekê ku Meclisa Jinan a Sûriyeyê ji bo mîsogerkirina mafên jinan di Sûriyeya nû de li ser van mijaran dixebite; temsîla siyasî û beşdarbûna destûrî, bi rêya organîzekirina panel û kongreyan, rêgirtina li ber tundiyê bi rêya vekirina nivîsgehên taybet, belgekirina binpêkirinên ku di demên şeran de li dijî jinan têne kirin û êşên ku jin dikişînin, pêşxistina jinan di warê aborî û fêrkirinê bi rêya danîna bernameya perwerde û piştevaniyê li hundir û derveyî welat.

Endama Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Jinan a Sûriyeyê Xedîce El Ebid anî ziman ku paşguhkirina jinan tê wateya paşguhkirina istiqrarê û ev li gotinên xwe zêde kir: "Bêyî jinên ku ji bo parastina tevna civakî an têkoşîna di qadên siyasî û sivîl de li pêş in, avakirina Sûriyeyê ne gengaz e. Ezmûnên gelan îsbat kirin ku istiqrara rasteqîn wê pêk were dema ku jin beşek ji avakirina çareseriyan bin, ne ku mexdûrên aloziyan bin."

Xedîce El Ebid diyar kir ku meclis ji bo pêşxistina jinan di warê siyasî û civakê de kar dike û got, bêyî beşdariya çalak a jinan di hemû qadên jiyanê de demokasiyeke rasteqîn çênabe. Her wiha destnîşan kir ku meclis hewldanên dûrxistina jinan ji pêvajoya siyasî red kir.

Xedîce El Ebid di dewama axaftina xwe de peyamek da jinên sûriyeyî û wiha got: "Hûn ne bi tenê ne, dengê we, têkoşîna we û berxwedana we beşek ji siberoja Sûriyeyê ne. Hûn in ên ku dê guhertinan çêbikin, hebûna we hêz e ku dest jê nayê berdan. Bi hev re ber bi Sûriyeyeke demokratîk ve ku hemû welatiyên wê wekî hev bin."

Endama Nivîsgeha Rêxistinî ya meclisê Îtîmad El Ehmed da zanîn ku jinên Sûriyeyê roleke pêşeng û rasteqîn di civakê de lîstûn û îro jî di diyarkirina siberoja welatê xwe de pêşengên aktîf in.

Îtîmad El Ehmed anî ziman ku rola jinan di aliyên civakî û çandî de sînordar nîn e, lê di siyaset, aborî û civakê de jî bûne xwedî biryar. Her wiha bi bîr xist ku jinên Sûriyeyî di 14 salên aloziyê de bedelên koçberî û qetilkirinê dane, lew ra mafên wan e ku di avakirina biryarê de şirîk bin.

Îtîmadê hişyarî li ser vê yekê da ku paşguhkirina jinan xetereyeke mezin li ser civakê çêke û wiha domand: "Jin xwedî hêzeke taybet a fêmirina henaseya civakê ûragihandina êşên wê ne, ji ber vê jî yekê dikarin roleke rasteqîn di çareserkirina aloziyan de bilîzin.”

Îtîmadê îşaret bi vê yekê jî kir ku beriya rûxandina rejîma Baas’ê çalakiyên meclisê tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, taxên Şêxmeqsûd bûn, lê piştî rûxandina rejîma Baasê xebatên wê berfireh bûn ku li Şam, Laziqiyê, Siwêda û Humsê jî têne kirin. Her wiha da zanîn ku çalakvan û kesayetên serbixwe tev li meclisê bûne.

Îtîmad her wiha aşkera kir ku bi armanca nasandina jinan bi rol û mafên wan ên siyasî û hiqûqî civîn li hundirê Sûriyeyê têne lidarxistin û got jinên rewşenbîr êdî dixwazin tev li meclisê bibin.

Îtîmad El Ehmed di dawiya axaftina xwe de got: "Em jinên Sûriyeyî yê li welat û derveyî welat armanca me ya hevpar avakirina Sûriyeyeke demokratîk û adilane ye ku mafên hemûyan mîsogr bike. Dengê me, têkoşîna me û çarenûsa me yek e."

(bb)

ANHA