Armanca yekane azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e

Jinan diyar kirin ku armanca wan a yekane azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e û gotin: " Heya ev armanc bi cih were em ê li qadên têkoşînê bin."

Armanca yekane azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e
1 cotmeh, 2024   03:10
REQA
DÎMA MIHEMED

Hevseroka Meclisa Şehîd Ehmed Şaban a bajarê Reqayê Zehraa Şilaş anî ziman ku desthilata dewleta Tirk a dagirker difikir ku dê bi ragirtina fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan karibe li ber belavbûna ramanên wî yên azad bigire.

Zehraa got: "Desthilata Tirk nahêle em civakeke demokratîk ava bikin, dixwaze em di nava pergala koledarî ya sîstema kapîtalîzma global de bimînin."

Zehraa diyar kir ku ew û tevahî jin li ser fikrê Rêbertî perwerde bûne dê ji bo mîsogeriya azadiya wî ya fîzîkî bi hemû rêbazan tê bikoşin.

Semîha Mihemed a ji Reqayê anî ziman ku ji bo Rêber Abdullah Ocalan di nav gel de bibînin ew amade ne her tiştî bikin û wiha domand: "Erka me ye ku bi belavkirina ramanên wî bi awayekî berfireh û zêdekirina çalakiyên bi daxwaza azadiya wî ya fîzîkî, bersiva qenciyên Rêber Abdullah Ocalan bidin."

Sara Xanim a ji Reqayê jî destnîşan kir ku azadiya gelan bi azadkirina fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye û got, dê heya şikandina pergala îşkence û qirkirinê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya li ser Rêbertî li qadên têkoşînê bin.

Sara girîngiya xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan di pêşxistina kesayetî de diyar kir û wiha pê de çû: "Piştî me parêznameyê Rêbertî ku tevahî qadên jiyanê digire dest me kesayeta xwe, cewher, hebûn û nasnameya xwe ya rasteqîn naskirin ku ji aliyê pergala mêrê ve hatibû desteserkirin."

Sara diyar kir ku armanca wan a yekane azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e û got: "Em jin bi fikr û felsefeya Rêbertî bawer in. Armanca me ya yekane  azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e. Ji bo vê armancê em ê têkoşînê bidomînin. Bi pêkanîna vê armancê em bighêjin civakeke azad û demokratîk."

(bb)

ANHA