Rêveberiya Xweser 20 erebeyên xebatê dan Şaredariya Hesekê

Rêveberiya Xweser 20 kamyonên çopê û tanker û alavên dîtir dan Şaredariya Gel a Hesekê.

Rêveberiya Xweser 20 erebeyên xebatê dan Şaredariya Hesekê
Rêveberiya Xweser 20 erebeyên xebatê dan Şaredariya Hesekê
Rêveberiya Xweser 20 erebeyên xebatê dan Şaredariya Hesekê
Rêveberiya Xweser 20 erebeyên xebatê dan Şaredariya Hesekê
Rêveberiya Xweser 20 erebeyên xebatê dan Şaredariya Hesekê
Rêveberiya Xweser 20 erebeyên xebatê dan Şaredariya Hesekê
Rêveberiya Xweser 20 erebeyên xebatê dan Şaredariya Hesekê
Rêveberiya Xweser 20 erebeyên xebatê dan Şaredariya Hesekê
Rêveberiya Xweser 20 erebeyên xebatê dan Şaredariya Hesekê
26 tîrmeh, 2025   14:03
HESEKÊ

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 20 kamyonên barhilgir pêşkêşî Şaredariya Gel a Hesekê kirin.

Şaredariya Gel a Hesekê der barê wergirtina alavan de daxuyaniyek li Çerxerêya Panorama ya li taxa Xiwêran da.

Hevşaredarê Hesekê Macid Îsamîl daxuyanî xwend û got: "Ji ber ku alavên şaredariyê kevn bûbûn û bi domdarî xirab dibûn me hemahengî bi Rêveberiya Xweser re kir da ku alavên nû bikirin.”

Îsamîl bang li hemû şêniyên bajar kir ku “bi şaredariyê re bibin alîkar, çopê neavêjin erdê û pabendî dema diyarkirina rakirina çopê bibin.”

Hevserokê Meclisa Bajarê Hesekê Farûq Tozê jî axivî û got: "Em spasiya Şaredariya Gel a Hesekê dikin ku ev alav ji bo xizmet, pêşxistina bajar û parastina paqijiyê kirîn."

Tozo bi bîr xist ku piştî rûxandina rejîma Baasê qada xebata şaredariyê berfireh bû û wiha domand: "Berê ji ber kêmbûna alavan astengî li pêşiya paqijkirina tevahî taxan derdiket. Lê niha tu astengî nemane."

24’ê Tîrmehê jî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk 7 kamyonên çophilgir ji şaredariyên Hesekê û Qamişloyê re pêşkêş kiribûn.

(bb)

ANHA