Komeke din a malbatên bedewî ji Siwêdayê derket

Koma 5’an malbatên bedewî ji Siwêdayê ber bi Şamê ve derketin.

Komeke din a malbatên bedewî ji Siwêdayê derket
26 tîrmeh, 2025   14:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh êvarê, koma 5’an a malbatên ji eşîrên bedewî bi rêya deriyê Busra E Şamê, ji Siwêda ber bi Şamê ve derket.

Karwan ji nêzîkî 300 kesan pêk hat, di nav de qurbaniyên pevçûnên vê dawiyê û hejmarek birîndar jî hebûn. Karwan bi ewlehî gihişt cihê xwe.

Nûçegihanê me li Swêdayê ragihand ku ji duh êvarê heta îro sibehê hêzên hikûmeta veguhêz û çekdarên girêdayî wê xwestin derbasî gundewarê rojavayê Siwêdayê bibin û di navbera êrişkaran û çekdarên Siwêdayê  de pevçûn derket û êrişkar paşve kişiyan.

Îro sibê rewş li herêmê aram e.

(k)