Rêveberiya Xweser 2 zarokên Siûdî radestî malbatên wan kirin

Rêveberiya Xweser 2 zarokên Siûdî piştî salan ji mayîna li Navenda Parastina Zarokan a Desteya Jin radestî malbatên wan kirin.

Rêveberiya Xweser 2 zarokên Siûdî radestî malbatên wan kirin
Rêveberiya Xweser 2 zarokên Siûdî radestî malbatên wan kirin
Rêveberiya Xweser 2 zarokên Siûdî radestî malbatên wan kirin
Rêveberiya Xweser 2 zarokên Siûdî radestî malbatên wan kirin
Rêveberiya Xweser 2 zarokên Siûdî radestî malbatên wan kirin
Rêveberiya Xweser 2 zarokên Siûdî radestî malbatên wan kirin
Rêveberiya Xweser 2 zarokên Siûdî radestî malbatên wan kirin
17 hezîran, 2026   22:06
Navenda Nûçeyan

Bi amadebûna Parêzgarê Hesekê Endazyar Nûredîn Ehmed, Rêveberiya Xweser îro 2 zarokên Siûdî, Dana Îbrahîm Îbrahîm û Lana Îbrahîm Îbrahîm, piştî çend salan ji mayîna li Navenda Parastina Zarokan a Desteya Jin a Rêveberiya Xweser radestî malbatên wan kirin.

Her 2 zarokan di şerên li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên sala 2019'an de dê û bavên xwe winda kirin. Saziyên pispor ên Rêveberiya Xweser de di salên borî de, wekî beşek ji hewldanên mirovî yên ji bo dabînkirina hawîrdorek ewle ji bo zarokên ku ji şer bandor bûne, li wan dinêrîn û parastina pêwîst ji wan re peyda dikirin.

Merasîma radestkirinê bi amadebûna Şêwirmenda Rêveberiya Xweser Dr. Jiyan Hesen û hejmarek nûnerên ji rayedarên peywendîdar pêk hat. Ev pêngava mirovî asta hevrêîz û hevkariya di navbera saziyên peywendîdar de nîşan dide ku vegera zarokan li malbatên wan misoger bike û parastina mirovî xurt bike.

(fr)