Parêzgarê Hesekê sersaxî da malbata Dua Silo

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed bi peywendiyeke telefonê sersaxî da malbata rojnamevana Dirbêsiyê FM Dua Silo.

Parêzgarê Hesekê sersaxî da malbata Dua Silo
17 hezîran, 2026   21:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehemd, îro bi peywendiyeke telefonê bi malbata rojnamevana Dirbêsiyê FM Dua Silo re axivî, sersaxî da malbatê.

Parêzgar xemgîniya xwe ji ber windakirina rojnamevan Dua Silo anî ziman, sersaxî da malbat, hevrê û xizmên wê.

Parêzgar diyar kir ku ew di vê êşê de li kêleka malbatê ne, piştgiriyê didin wan.

Rojnamevan Dua Silo ji ber felca mejî, li nexweşxaneyeke Şamê di 14ˊê Hezîranê de jiyana xwe ji dest dabû.

(fr)

ANHA