Şehîd Demhat Dirbêsiyê li Goristana Şehîd Rustem Cûdî hat oxirkirin

Xelkê bajarê Dirbêsiyê di merasîma oxirkirina şervanê QSDˋê şehîd Demhat Dirbêsiyê de soza şopandina rêça şehîdan da.

23 kanûn, 2024   17:51
HESEKÊ

Xelkê bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê, endamên sazî û meclisan li Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya gundê Berkevirê kom bûn û cenazeyê şervanê Hêzên Komandos ên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Demhat Dirbêsiyê (Heyder Ehmed El Xizêm) defin kir. Demhat Dirbêsiyê di 21ˋê Kanûnê de di bersivdana êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî bajarokê Sirînê yê başûrê Kobanê de şehîd bû.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê Mihemed El Xetîb axivî û got: "Zarokên ji tevahî pêkhateyan di oxira berevaniya herêmê û bersivdana êrişên dagirkeriyê de canê xwe feda dikin."

Şervanê Meclisa Leşkerî ya Amûdê Umran Orkêş jî got: "Em ji gelê xwe re dibêjin ku em xwedî vîna xurt in û dagirkirina xaka xwe qebûl nakin û em ê heta bidestxistina azadiyê berxwedanê bidomînin."

Xalê şehîd, Ebdulkafî El Xizêm jî soza şopandina rêça şehîdan û şopandina fikra Rêber Abdullah Ocalan da.

Di dawiyê de wesîqeyê şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

(fr)

ANHA