Rêveberiya katona Cizîrê şehîdên Serhildana 12`ê Adarê bi bîr anîn

Bi boneya salvergera 21`an ya Serhildana 12`ê Adarê ya 2004`an, Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kantona Cizîrê daxuyaniyek da.

Rêveberiya katona Cizîrê şehîdên Serhildana 12`ê Adarê bi bîr anîn
Rêveberiya katona Cizîrê şehîdên Serhildana 12`ê Adarê bi bîr anîn
Rêveberiya katona Cizîrê şehîdên Serhildana 12`ê Adarê bi bîr anîn
Rêveberiya katona Cizîrê şehîdên Serhildana 12`ê Adarê bi bîr anîn
12 adar, 2025   14:12
QAMIŞLO

Daxuyanî li Stadyûma 12`ê Adarê ya bajarê Qamişlo, bi beşdariya şêniyên Qamişloyê, endamên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kantona Cizîr û tîmên futbolê, hate xwendin. 

Daxuyanî bi kurdî û erebî, ji aliyê hevserokên Meclisa Bajarê Qamişlo Hêvî Ehmed û Izedîn Gedo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de şehîdên Serhildana 12`ê Adarê (2004) hatin bibîranîn û hate diyarkirin ku rejîma Baasê hewl da di nava pêkhateyên herêmê de, bi taybet gelên Kurd û Ereb, fitneyê derxe.

Her wiha hate gotin ku Serhildana 12`ê Adarê bû destpêka hilweşandina dîwarê tirsê û rûxandina rejîma desthilatdar û hate destnîşankirin ku biratiya gelên herêmê rê li ber fitneyê girt.

(re/k)

ANHA