Rêveberiya kantona Minbicê: Em ê her tim xaka xwe ji êrişan biparêzin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Minbicê diyar kir ku dê xaka xwe ji êrişên dewleta Tirk a dagirker biparêze û destnîşan kir ku êriş ji bo têkbirina vîna gelê herêmê ne lê bi ser nakevin.

Rêveberiya kantona Minbicê: Em ê her tim xaka xwe ji êrişan biparêzin
25 gulan, 2024   14:23
MINBIC

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Minbicê têkildarî êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da.

Cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a kantonê Ayat Dendel daxuyanî xwend. Endamên rêveberiyê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclisa Malbatên Şehîdan û partiyan di dema dayîna daxuyaniyê de amade bûn.

Rêveberiyê di daxuyaniyê de careke din dagirkerî red kir û êrişên wê yên li dijî herêmê şermezar kirin û diyar kir ku dewleta Tirk ji van êrişan dixwaze vîna gel bişikîne.

Rêveberiyê da zanîn ku dewleta Tirk niha derbasî qonaxa hedefgirtina qût û debara gelê Sûriyeyê bûye ku zeviyên çandiniyê topbaran dike û dişewitîne û di dawiyê de diyar kir ku şêniyên kantonê dev ji axa xwe bernadin û dê li kêleka hêzên leşkerî, herêmên xwe ji êrişan biparêzin.

(şx)

ANHA