Civîna eşîran didome; ‘Yekitiya dozê û çarenûsê em anîne gel hev’

Di civîna duyemîn a Yekitiya Eşîr û Pêkhateyên Sûriyeyê de banga hevgirtin û yekitiyê hat kirin. Beşdarên civînê diyar kir ku yekitiya doz û çarenûsê ew anîne gel hev.

Civîna eşîran didome; ‘Yekitiya dozê û çarenûsê em anîne gel hev’
Civîna eşîran didome; ‘Yekitiya dozê û çarenûsê em anîne gel hev’
Civîna eşîran didome; ‘Yekitiya dozê û çarenûsê em anîne gel hev’
Civîna eşîran didome; ‘Yekitiya dozê û çarenûsê em anîne gel hev’
25 gulan, 2024   14:19
HESEKÊ

Civîna Duyemîn a Yekitiya Eşîr û Pêkhateyên Sûriyeyê li Hesekê dewam dike.

Axaftina destpêkê ya civînê ji aliyê hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê Telet Yûsif ve hat kirin. Yûnis bi zimanên kurdî, erebî û suryanî bixêrhatina beşdaran kir û got: "Ji bajarê Hesekê, bajarê aştî û biratiya gelan em bixêrhatina we dikin.”

’JI BO DIYALOG, EWLEHÎ Û AVAKIRINÊ KOM BÛNE’

Piştre hevserokê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Mehmûd El Mislit axivî. El Mislit civîn li tevahî gelê Sûriyeyê pîroz kir û got îro tevahî pêkhateyên Sûriyeyê li hev kom bûne da ku welatê xwe ber bi diyalog, ewlehî û avakirinê ve bibin û teqeziyê li ser yekitiya xak û gelê Sûriyeyê bikin.

El Mislit anî ziman ku li ser xaka Sûriyeyê şaristanî û çandên cihêreng derketine ku mîraseke mezin da gel û xaka wê û ev bang kir: "Divê em bi yekitiya xwe ya nîştimanî vê mîrasê biparêzin û gavan ber di diyalog, ewlehî û avakirinê ve biavêjin."

El Mislit îşaret bi projeya MSD’ê kir û wiha domand: "MSD projeyeke nîştimanî ya rasteqîn pêşkêş dike. Ev proje ji bo tevahî gelê Sûriyeyê hêvî ye. Projeya MSD’ê parastina yekitiya gel û xaka Sûriyeyê digire nava xwe. Her wiha bi diyalogên navxweyî bawer dike. Ev proje hêviyên tevahî sûriyeyan pêk tîne. Projeyek e ku xwîna şehîdan kiriye bingeha veguhertina Sûriyeyê ber demokrasî, pirrengî û nenavendiyê ve."

Mehmûd El Mislit banga xebata hevpar kir û got: "Gelek xebat û astengî li pêşiya me hene. Ji bo têkbirina fikrê DAIŞ’ê yê terorîst û ji bo têkbirina narkotîkê hemahengî, xebata hevbeş a çalak ji hemû sûriyeyan tê xwestin."

‘JI YEKITIYA ME YA NÎŞTIMANÎ RE ERÊ’

Hevserokê MSD’ê Mehmûd El Mislit di dawiya axaftina xwe de got: "Em li vir kom bûne da ku bêjin ’Ji yekitiya me ya nîştimanî re erê, ji diyaloga sûriyeyî-sûriyeyî re erê’. Diyalog û yekitiya nîştimanî bingehên çareseriya siyasî ne. Em bi veguhertina demokratîk a aştiyane û avakirina sûriyeke nû ya demokratîk a nenavendî bawer in. Eşîr mertalên vî welatê ezîz in. Em li bin asîmanê vî welatî kom bûne da ku bi destê xwe, bi rêya diyalogên navxweyî siberoja xwe diyar bikin.”

‘DOZA ME Û ÇARENÛSA ME YEK E’

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hisên Osman jî axivî.

Hisên Osman di destpêka axaftina xwe de got: "Ji vê mînbera ku wekî mozaîka Sûriyeyê bi tevahî pêkhate, beş û eşîrên wê tê dîtin, di serî de em şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Em şervanên QSD, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Erka Xweparastinê yên li eniyên berxwedanê welat û destkeftiyên gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji komplogeran diparêzin, silav dikin."

‘YA KU GEL ANIYE GEL HEV YEKITIYA DOZ Û ÇARENÛSÊ YE’

Hisên Osman diyar kir ku ya ku gel aniye gel hev doz û çarenûsa hevpar e û wiha domand: "Me gelek êş kişand. Me bi hev re li hemberî projeya terorê têkoşîneke bêhempa raber kir. Me bi hev re xaka xwe ji projeyên dagirkeriyê parast. Hîna em li hemberî projeya guhertina demografî tê dikoşin. Em hîna ji ber şerê ku barê gelê me giran kiriye êşê dikişînin.  Gelê me ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk a nenavendî ya yekgirtî û azad rabû. Sedem û armanc çi dibin bila bibin wê gelê me rê nede ku destdirêjî li dîrok, nasnameya pirçandî ya civaka me were kirin."

‘HELWESTA EŞÎRAN SEDEMA SEKNA ME YA LI HEMBERÎ PROJEYÊN DIJBER E’

Hisên Osman got gelek aliyên dijber hewl da fitne û tevliheviyê di navbera eşîran de çêkin da ku armanc û berjewendiyên xwe pêk bînin û wiha pê de çû: “Lê eşîr û rûspiyên aqilmend her tim zimanê aqilmendiyê bi kar tînin. Ev helwesta eşîran sedema dîroka ya sekna me ya li hemberî projeyên dijber e. Hêza me di yekitiya me, di helwesta me yek, di biryarên me û di redkirina destdirêjiya li ewlehiya herêmê de ye. Di vê pêvajoya dijwar de ku em tê re derbas dibin, em xwe dispêrin rola dîrokî ya pêşeng a eşîran. Em di wê baweriyê de ne ku hûn di vî warî de xwedî biryar in. Ji bo xizmeta dîroka me, hebûna û nasnameya me, em bi tevahî saziyên xwe bi we re ne.”

Hisên Osman anî ziman ku di vê pêvajoyê de xebateke hevpar û pêşxistina têkiliyên biratiyê tên xwestin da ku Sûriyeyeke demokratîk, pirrengî ya nenavnedî were avakirin. Osman bi domdarî got: "Em di Rêvebeiya Xweseriya Demokratîk de dê bi rêya pêkanîna Hevpeymana Civakî asta xebatên xwe bi pêş bixin. Em ê hilbijartinên rêveberiya xwecih di hewayeke demokratîk û şefaf de pêk bînin. Em ê sistbûna di saziyên xizmetguzariyê de ji holê rakin û bixin xizmeta gel. Em ê bi hemû enerjiya xwe bixebitin da ku layîqî gelê xwe û fedakariyên wî bin. Ji vê menberê em soz didin dê xebatên avakirinê û pêşxistinê berdewam bikin ta modela demokratîk a rêveberiyê ava bikin. Em ê hewl bidin kêmasiyên di pêvajoya derbasbûyî de derketine derbas bikin. Her wiha em ê têkiliyên bi civaka herêmî û navneteweyî re pêş bixin da ku têkoşîna li dijî terorê mezintir bikin. Em ê binesaziya herêmê ya ji ber şerê wêran bûye, sererast bikin. Em ê bi hev re yekitiya Sûriyeyê biparêzin û tevahî herêmên dagirkirî rizgar bikin. Ji vir em xetên xwe yên sor radighînin; Yek: Kuştina sûriyeyan bi destê sûriyeyan heram e. Duyem: Destberdana ji mafên rewa heram e. Sêyem: Vegera koçberan li warên wan. Çaremîn: pêşxistina qada perwerdeyê, pêşxistina xebata îdarî ku bikeve xizmeta tevahî ferdên civakê."

Osman civîn wek "gaveke mezin û girîng e ku armancên gel û hêviyên wî pêk werin" nirxand. Her wiha got dê bi hemû hêza xwe bixebitin da ku biryarên civînê pêk bînin ku bikeve xizmta tevahî gelê Sûriyeyê.

Hevserokê Meclisa Rêveber Hisên Osman di dawiya axaftina xwe de ev xîtabî eşîran kir "Silav ji bo we. Bi saya we em dîroka xwe ya eşîrtî diparêzin. Em ê destkeftiyên ku bi xwîna şehîdên me yên Ereb, Kurd, Mesîh û tevahî pêkhateyan hatine bidestxistin biparêzin. Em meşa rûmetê, meşa civaka demokratîk a azad bidomînin. Rehma xwedê li şehîdên me be, ji birîndarên me re şîfaya lezgîn dixwazin. Em bi hêvî ne ku şêniyên me yên bi darê zorê koçber bûne bi ewle vegerin cih û warê xwe."

MEZLÛM EBDÎ: EM BI YEKITIYA SÛRIYEYÊ RE NE

Fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî di civîna Yekitiya Nîştimanî ya Eşîr û Pêkhateyên Sûriyeyê de wiha axivî: "Em hêvî dikin ku ev civîn, bibe destpêka çareserkirina aloziya li welatê me û bibe rêya sepandina îstiqrarê li Sûriyeyê.”

Ebdî di axaftina xwe de şehîd û birîndar silav kirin û got: "Bi saya wan em li vir kom bûne."

Ebdî wiha domand: "Em bi yekitiya Sûriyeyê re ne. Tu carî di aloziyê û şerê taîfî de nebûn alî. Ev şer zirar li tevna civakî û nîştimanî ya sûriyeyî kir. Em her tim hêzeke bingehîn bûn ku sînorên herêmê û saziyên wê yên nîştimanî parastin. "

Ebdî teqezî bi yekitiya Sûriyeyê kir û got: "Em destnîşan dikin ku nabe Sûriye vegere rewşa beriya 10 salan. Ji ber wê, divê her kes hevgirtî be ji bo ku Sûriyeya nû ava bibe ya ku mafên pêkhateyan, bê cudahî dabîn dike. Em destkeftiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi xwîna şehîdên me hatine bidestxistin, diparêzin. Çi dibe bila bibe em dev ji destkeftiyên xwe bernadin."

Mezlûm Ebdî diyar kir ku heke saziyên leşkerî û rêveberî yên li herêmê di destûrê de nayên naskirin, çareserî ne pêkan e û wiha domand: "Pêşeroja xelkê Sûriyeyê yek e. herêmên me bi hev ve girêdayî ne. Beyî van herêman, çareserî ne pêkan e."

Ebdî bal kişand ser destwerdanên herêmî di Sûriyeyê de û got: "Ev destwerdan, sedema sereke ya girêkirina aloziya siyasî li welêt e û li pêşiya çareseriyê kelem e."

Ebdî îşaret bi êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û dagirkirina herêmê kir û wiha axivî: "Dagirkeriya Tirk a li ser axa Sûriyeyê nayê qebûlkirin. Dema bi dawî bibe, divê xelkê me yê koçber vegerin warên xwe."

 Her wiha Ebdî destnîşan kir ku ew bi diyalogê bi hemû aliyan re ne di nav de Tirkiyeyê heye û diyar kir ku xetereya DAIŞ`ê li dar e û ew amade ne bi şirîkên xwe yên Koalîsyona Navneteweyî re, şerê vê terorê bikin.

Di dawiyê de Ebdî wiha axivî: "Mîna hûn dizanin di vê dawiyê de me gelek civîn bi rûspiyên tevahî herêman re çêkir. Wan daxwazên şêniyan ên rewa ji me re ragihandin. Em jî careke din destnîşan dikin ku em ê van sozan bi saziyên têkildar re bînin cih. Ji bo ku wê pêk bînin, em soz didin ku pabendiyên xwe bînin cih ku kesên destê wan di qetilkirina sûriyeyiyan de tune ye, efûyekê derxistin. Welatiyên sûriyeyî yên di nava kampa Hol de derxin ji bo ku vegerin warên xwe û tev li civakê bibin."

Her wiha fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî bal kişand ser şerê li dijî narkotîkê û pêxistina xebatên xizmetguzarî û rêveberî.

Civîn bi axaftinan berdewam dike.

(şx-bb)

ANHA