Salih Gedo: Divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo rojeva sereke be

Salih Gedo di serdana Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê de anî ziman ku ew ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê bidomînin û got divê ev yek rojeva wan a sereke be.

Salih Gedo: Divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo rojeva sereke be
25 gulan, 2024   14:44
QAMIŞLO

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê di çarçoveya pêngava navneteweyî de ku 10`ê Cotmeha 2023`yan bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” dest pê kiribû, serdana partiyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. 

Îro jî berdevkê Însiyatîfê Ferzende Munzur, endamên însiyatîfê Gulistan Hîbo û Ebdilîllah Cemîl serdana Partiya Çep a Demokratîk a Kurdî li Sûriyeyê ya li Qamişloyê kir.

Însiyatîfê bi sekreterê partiyê Salih Gedo û Umran Seyîd re hevîdtin pêk anî.

Ferzende Munzur bal kişand ser binpêkirinên li Îmraliyê pêk tên û li dijî wê xebatên di çarçoveya pêngava navneteweyî de tên meşandin û got: “Doza Rêber Abdullah Ocalan dozeke azadiyê û kurdistanî ye. Aliyê wê yê cîhanî û sîyasî heye.”

Salih Gedo jî ku gelek caran bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk aniye, anî ziman ku doza Rêber Abdullah Ocalan ne dozeke partiyekê yan jî aliyekî ye û got: “Ev dozeke mirovî ye. Divê mijara azadiya Rêber Apo rojeva serekê ya partiyên siyasî û gelê Kurd be. Wek partî em jî amade ne ku ji bo vê mijarê têkoşîna xwe xurttir bikin. Ez wek şexs têkiliyeke min a taybet bi Rêber Apo re hebû. Di salên 1981 û 1998`an de min ew dît. Herî dawî di Tîrmeha 1998`an de beriya ji Sûriyeyê derkeve û li Romayê min Rêber Apo dît. Em ê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo hemû têkiliyên xwe têxin xizmetê ku dengê xwe bigihînin hemû cîhanê. Ev mijareke navneteweyî ye. Divê em jî di vê mijarê de li herî pêş bin.”

Serdanên endamên însiyatîfê dê sibe jî dewam bikin.

ANHA