Rêveberên meclisên Dêrazorê: Banga Rêbertî gaveke ber bi bidawîkirina şeran ve ye
Hevserokên meclisên kantona Dêrazorê Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan wek fersendeke rasteqîn ji bo bidawîkirina şeran û danîna bingehên diyalogan û pêkanîna berjewendiyên gelan nirxand.

Rêveberên meclisên kantona Dêrazorê têkildarî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan ku di 27’ê Sibata îsal de hatibû parvekirin, axivîn.
Hevseroka Meclisa Bajarokê Baxozê yê girêdayî bajarê Sûsê Lînda El Hebo anî ziman ku banga Rêber Abdullah Ocalan banga bidawîanîna li şerên mezhebî û etnîk û ji bo yekbûyîna hêzên siyasî û pêkanîna aştiyeke mayînde ye.
Lînda El Hebo her wiha bal kişand ser peyama Rêber Abdullah Ocalan ku bi boneya 8’ê Adarê ji jinan re şandibû û bi bîr xist ku peyama banga beşdariya jinan di avakirina civaka demokratîk, naskirina mafên wan û pêşxistina rola wan li Dêrazorê bi girseyî hat pêşwazîkirin.
’DIYALOG RÊYA XELASIYÊ YE’
Hevserokê Meclisa Hecînê Cabir El Feysel banga Rêber Abdullah Ocalan bi "bangeke durist a ji bo rawestandina tundiyê û gavavêtina ber bi çareseriya aştiyane ve" nirxand û wiha got: "Diyalog rêya herî guncaw a bidawîkirina şeran e. Şer ji bilî wêraniyê tiştekî bi xwe re nayne.
Cabir El Feysel anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan bi vê bangê dixwaze dewleteke were avakirin û rêzê li rûmeta tevahiya pêkhateyan bigire.
’PÊVAJOYA BÊ GAVÊN WÊREK DIXWAZE’
Hevseroka Meclisa Ebû El Hesen a bajarokê Hecînê Nesra El Esker jî diyar kir ku ji bo derketina ji şerê domdar pêdiviya qonaxê bi gavên wêrek heye û got: "Ji bilî wêraniyê tu fêde ji domandina şeran heye. Dem hatiye ku gotin bin kirin."
Nesra El Esker got bêyî beşdarkirina tevahiya pêkhateyan aştî çênabe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê tevahî alî bizanin ku serkeftinên sexte welatan ava nakin, lê belê ya mayî jî xirab dikin."
(bb)
ANHA