Kêmbûna rêjeya ava Firatê bandor li xebata stasyonên ava vexwarinê kiriye

Ji ber kêmbûna rêjeya ava çemê Firatê gelek stasyonên ava vexwarinê yên kantona Reqayê astengiyên ji xizmetê derketinê dikişînin, ger ku daketina rêjeya avê dewam bike. Li beramber wê yekê daîreya avê torên ava vexwarinê ji bo ku qirêj nebin dişo û çareseriyên ji bo dûrketina ji krîzê datîne.

Kêmbûna rêjeya ava Firatê bandor li xebata stasyonên ava vexwarinê kiriye
Kêmbûna rêjeya ava Firatê bandor li xebata stasyonên ava vexwarinê kiriye
Kêmbûna rêjeya ava Firatê bandor li xebata stasyonên ava vexwarinê kiriye
Kêmbûna rêjeya ava Firatê bandor li xebata stasyonên ava vexwarinê kiriye
Kêmbûna rêjeya ava Firatê bandor li xebata stasyonên ava vexwarinê kiriye
16 gulan, 2025   05:06
REQA
MIHEMED XELÎL

Hevserokê Gerînendetiya Avê ya kantona Reqayê Hisên El Cerceb diyar kir ku ji ber kêmbûna rêjeya ava çemê Firatê li kantonê, pirsgirêk di qadên çandinî û ava vexwarinê de derketin. Di avê de rêjeya qirêjiyê zêde bû.

Desteya Enerjiyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, piştî kêmbûna rêjeya ava gola Firatê nêzî 6 metreyan, bi daxuyaniyekê hişyarî ji rûdana karesetekê ya ji ber kêmbûna rêjeya ava gola bendava Firatê da û ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê çareserî pêşniyar kirin.

Desteyê di daxuyaniyê de diyar kir ku rêjeya ava çemê Firatê di Nîsanê de pir kêm bû û wê jî bandor li tevahî beşan kir; weke çandî, sewalvanî, jîngeh û ava vexwarinê kir.

El Cerceb got: "Ji zêdetirî hefteyekê ye rêjeya ava çemê Firatê bi awayekî berbiçav daketiye û wê bandor li paqijî û mîqdara ava vexwarinê ya diçe tax û gundan jî kiriye."

Gerînendetiyê diyar kir ku bi dehan stasyonên avê yên li ser çema Firatê avê didin bajêr û gundên wî û li gorî rêjeya avê hinek ji wan radiwestin û piştre dîsa dixebitin.

Di encama kêmbûna rêjeya avê de jî, rêjeya qirêjiya di torên avê de de zêde bûye û ev jî ji şêniyan re bû pirsgirêk. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê gerînendetiyê dest bi xebatên şuştina torên avê kir.

El Cerceb got taqîgeha navendî ya kantonê ji bo şopandina rêjeya qirêjiya di avê de li ser torên avê digere û rojane raporan amade dike û got: "Li gorî raporan, li ku derê pêwistî bi paqijkirinê hebe, tîmên pispor bi êvarî diçin û paqij dikin."

El Cerceb wiha domand: "Em nizanin bê di rojên bê de bê ka wê rêje wiha bimîne yan na. Rêjeya avê ya niha pir kêm e. Ev rêje tam di asta herî nizm a pêxistina stastonan de ye."

Li gorî El Cerceb çareseriya yekemîn ew e ku hemû tûrbînên li ser Çemê Firatê xwe dispêrin bîrên vertîkal anku stûnî û dirêjkirina boriyên kişandinê ji bo van tûrbînan hîn jî bi sînor e, ji ber ku dirêjahiya bîran ji 8 metreyan derbas nabe.

El Cerceb wekî çareseriyeke din pêşniyar kir ku ji bo bilindkirina rêjeya avê "gabyon" li nêzî stasyonên avê werin avakirin û got: "Li bajarokê El Hos 2 tûrbîn hene, ew jî ya Reyaş û ya Şahir in. Li başûrê Reqayê stasyonên Ekêrşî, Kerame, Cideydit El Belediye û ya Meslex hene û avê ji bajarê Reqayê re peyda dikin. Her wiha stasyona paqijkirinê (parzûnkirinê) heye û ew jî ya sereke ye. Li derdora çem stasyonên bîra El Heşim, Cizra, Hawî El Hewa û Hiwêcet Ferec hene."

El Cerceb bang li şêniyan kir ku avê kêm birijînin û tenê ji bo vexwarinê bi kar bînin.

Li gorî Rêveberiya Bendavan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêjeya avê ya ku derbasî herêmê de di çirkeyê de 250 metredam derbas nake, di heman demê de, li gorî peymana navneteweyî ya 1987'an divê rêje di çirkeyê de 500 metredam be.

(mh/fr)

ANHA