SZK- Dirbêsiyê: Hewlên pêşvebirina ziman di nava civakê de didomin

SZK’ê ya bajarê Dirbêsiyê hewlên xwe yên xurtkirina mamoste, xwendekaran û pêşvebirina zimanê Kurdî di nava civakê de didomîne.

SZK- Dirbêsiyê: Hewlên pêşvebirina ziman di nava civakê de didomin
SZK- Dirbêsiyê: Hewlên pêşvebirina ziman di nava civakê de didomin
SZK- Dirbêsiyê: Hewlên pêşvebirina ziman di nava civakê de didomin
SZK- Dirbêsiyê: Hewlên pêşvebirina ziman di nava civakê de didomin
16 gulan, 2025   07:05
HESEKÊ
CAN ELEWÎ

Zimanê Kurdî li Sûriyeyê di çarçoveya siyasetên sîstematîk ên hikumetan hatine ser desthilatê de rastî tunekirin û çewisandinê hat. Armanca wan hikumetan çewisandina nasnameya çandî ya gelê Kurd e, tevî ku ew beşek resen ji mozaîka niştîmanî ya Sûriyeyê ye.

Bi Şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an re, bi taybet bi damezirandina Saziya Zimanê Kurdî (SZK) re çirûska şoreşeke zimanî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir. SZK’ê roleke sereke di vejandina zimanê Kurdî û xurtkirina wî di qada perwerdehî û çandî de, lîst.

JI MALAN HETA DIBISTANAN: RÊWÎTIYA JI BO VEJANDINA ZIMAN

Rêveberê SZK’ê ya bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê Rizgar Mihemed ji ajansa me re behsa zehmetiyên ku di dîroka saziyê de li pêşiya wÊ derketine, kir. Mihemed got: "Pergalên faşîst ji bo tunekirina zimanê Kurdî di salên dirêj de siyasetên qedexe û paşguhkirinê didan meşandin, lê bi saya îradeya gel û saya dê û bavên ku zimanê Kurdî bi rêya pend û stranên folklorî ji nifşekî gihandine nifşekî din, mîrasa me ya zimanî hat parastin.”

Mihemed wiha domand: "Tevî ku saziya me di 2007'an de hat damezirandin, lê bi destpêka Şoreşa 19'ê Tîrmehê re dest bi xebatê kir, ji ber ku di wê demê de fêrkirina zimanê Kurdî ji nav dîwarên malan derbasî dibistan û saziyên fêrkirinê bû. Ew jî bi saya fedakariyên ku hatiye dayîn bû."

BERNAMEYÊN FÊRKIRINÊ Û PERWERDEYÊN ROJANE

Mihemed got saziyê roleke sereke di amadekirina kadroyên perwerdehiyê de lîst û heta niha jî di encama keda salan de bi sedan mamoste bi rêya bernameyên perwerdekirinê hatin amadekirin.

Mihemed destnîşan kir ku hejmara serlêderên SZK'ê ji hemû beşên civakê zêde dibin, ne tenê ji pêkhateya Kurd, her wiha ji pêkhateyên din jî beşdar dibin û ji wan re bernameyên perwerdehiyê yên guncaw veqetandine ku di tevlêkirina wan a ziman û çandê de bibin alîkar.

Mihemed wiha domand: "Heta niha me bi hezaran xwendekar fêr kirine û derçûne û rojane dewreyên perwerdeyê vedikin da ku li dawiyê armanca ku zimanê Kurdî bigihîje tevahî şêniyan, were pêkanîn."

XURTKRIINA NASNAMEYÊ BI RÊYA FÊRKIRINÊ

SZK’ê ya Dirbêsiyê bi xebatên xwe ziman wekî stûnek ji stûnên nasnameyê, amûra berxwedana çandî û navgîna xwepênasekirinê, diparêze.

Hemwextî guhartinên li herêmê, ev însiyatîf dibin bingeha avakirina civaka pirreng û demokratîk ku îtîrafê bi pêkhateyên xwe û mafên wan ên zimanî û çandî dike.

(mh/fr)

ANHA