Sibe dîroka lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdî were eşkerekirin

Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)  Perwîn Yûsiv ragihand ku wê sibe dîroka lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdî li Rojava diyar bibe.

Sibe dîroka lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdî were eşkerekirin
21 nîsan, 2025   21:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Hevseroka PYD`ê  Perwîn Yûsiv hemû partî û hêzên siyasî yên Kurd li Rojava li ser roja lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdî li hev kirine.

Perwîn Yûsiv diyar kir ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî ku di navbera hemû aliyan de navbeynkariyê dike, dê sibe dîroka lidarxistina kongreyê eşkere bike.

Di Mijdara derbasbûyî de partî, rêxistin û kesayetên Kurd ji bo lidarxistina Kongreyeke Neteweyî û avakirina helwesteke siyasî ya yekgirtî dest bi danûstandinan kirin. Ji bo vê jî komîteyeke amadekar ku ji nûnerên partî, rêxistin û kesayetên serbixwe pêk dihat hat avakirin.

Kongreya Neteweyî gelek caran hat paşxistin û ev yek bû sedema nerazîbûn û rexneyên civakê, lewma fişara civakê li aliyên peywendîdar kir ku lezê bidin civînên xwe û biryara lidarxistina Kongreya Neteweyî bibin.