Rêvebera DEM Partiyê Derya Arslan: Pêvajo dê li Iraq û Sûriyeyê bandora domînoyê çêke

Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê Derya Arslan bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd a li Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê û naskirina mafên gelê Kurd dê bandora domînoyê çêke.

Rêvebera DEM Partiyê Derya Arslan: Pêvajo dê li Iraq û Sûriyeyê bandora domînoyê çêke
11 tebax, 2026   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN
DOGAN CÎHAN

Pêşnûmeya qanûna çarçoveyî bi navê “Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekparebûna Civakî” ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd de bi îmzeyên 360 parlamenteran pêşkeşî parlamentoya Tirkiyeyê hat kirin. Pêşnûme li Komîsyona Edaletê 18 saetên hat nîqaşkirin û hat qebûlkirin û dê 10’ê Tebaxê Qanûna çarçoveyî ji dengdayinê re hat pêşkêşkirin. Bi tevahî 562 parlamenteran 468 parlamenteran bi awayekî erê deng dan û qanûna çarçoveyî bi 468 dengan hat qebûlkirin. 88 parlamenteran bi awayekî neyînî deng dan û 6 kesan jî ne neyînî û ne jî erênî deng dan.

Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê Derya Arslan der barê bandora wê li Iraq û Sûriye û gelemperî qanûna çarçoveyî de ji ANHA’yê re axivî.

Li gorî we, çima hikumeta Tirkiyeyê di avêtina gavên pratîk de hêdî tev digere?

Tirkiyeyê ji destpêkê ve heya niha hewl da ku vê pêvajoyê bi tempoya xwe bimeşîne. Pêşketinên li Rojhilata Navîn û hesasiyetên ku di siyaseta navxweyî de derdixistin pêş, bûn sedem ku tempo demekê di asteke kêm de bimîne. Lê ji Gulanê ve tablo guherî. Helwesta rêveber a birêz Ocalan li Îmraliyê, kanalên dan û standinê ji nû ve zindî kirin. Deshilatê jî bi pêşkêşkirina Qanûna Çarçoveyî ji meclisê re bersiv da vê tempoya nû. Em îro gihîştine wê ku diyar e alî jî amade ne gavan biavêjin.

Domandina girtin û tecrîda Rêber Abdullah Ocalan çi bandorê li ser Pêvajoya Aştiyê dike?

Ji 27’ê Sibatê ve birêz Ocalan, bi gotina wî, kişikeke yekkesî lîst. Di şertên sînordar û bi îmkanên ragihandinê yên kêm de, qenalên danûstandin û diyalogê her tim zindî hişt. Di demên herî krîtîk ên pêvajoyê de bû hêza pêşdebir. Bifikirin: ger şertên ragihandin û xebatê azad bûna, pêvajo wê îro di asteke gelekî pêşdetir de bûya. Ev ne texmînek e; nîşaneya şênber a îradeyekê ye ku 27 sal e di şertên herî giran ên Îmraliyê de karîye vê yekê pêk bîne.

Divê şertên jiyan, ragihandin û xebatê yên birêz Ocalan êdî azad bin. Divê ew koordînatoriya lijneya ku di berbirehiya Qanûna Çarçoveyî de dê bê avakirin bimeşîne û bikaribe bi hemû derdoran re bi awayekî azad hevdîtin bike.

Ma derengketina gavên pratîk dikare baweriya di navbera aliyan de kêm bike? Çawa?

Divê encamên muhtemel ên derengmayîna gavên pratîkî bi awayekî berfireh bên nirxandin. Li Rojhilata Navîn her roj dînamîkeke nû û qadeke nû ya aloziyê derdikeve holê. Dereng mayîna gavên pratîkî dikare berî her tiştî bibe sedema çalakbûna van dînamîk û qadên aloziyê û îxtîmala bandora neyînî li ser pêvajoyê derxe holê. Ji aliyê din ve, ji bilî rîskên jeopolîtîk, em hemû ji bo ku pêşerojeke demokratîk û aram ji bo 86 milyon kesî ava bikin. Em bi berpirsiyariyeke exlaqî-polîtîk re rû bi rû ne. Divê ev berpirsiyarî bi cidîyet bê nirxandin. Ji aliyê din ve mirov dikare di navbera derengmayîna gavên pratîkî û pêbaweriyê de têkiliyeke neyekser bibîne. Li ser dan û standina dualî û lihevkirina hevpar gavên bên avêtin dikare bên diyarkirin. Lê ger şêwazeke yekalî, ferzker ku demnameyekê bi zorê ferz dike bi pêş bikeve, bê guman dê zorê bide pêvajoyê.

Ger Pêvajoya Aştiyê serkeftî be yan jî bisekine, ev yek dê çi bandorê li Sûriye û Iraqê bike? Gelo ev pêvajo dikare bibe bingehek ji bo aştî û aramiya herêmî li Rojhilata Navîn?

Ger pêvajo serkeftî bibe, rewşa li Tirkiyeyê dê ne tenê ji aştiya navxweyî re, lê ji aştiya herêmî re jî alîkariyeke mezin bike. Dê bandorên wê yên rasterast li ser îradeya siyasî ya Kurdan û civaka Kurd a li Iraq û Sûriyeyê hebin; ji wê wêdetir, dê ji bo tevahiya Iraq û Sûriyeyê jî encamên erênî biafirîne. Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd a li Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê û naskirina mafên gelê Kurd dê bandora domînoyê çêke. Hevkêşeya Rojhilata Navîn a ku sed sal berê li ser tunehesibandina Kurdan hate avakirin, êşên mezin afirandin û ji aliyê siyasî ve jî bi ser neket. Ji bo ku di sedsala nû de êş neyên afirandin û nîzameke siyasî bê avakirin, divê dînamîka Kurd bibe hêza avaker a vê hevkêşeyê.

Nîzameke demokratîk a perspektîfeke ku li Rojhilata Navîn jeopolîtîka Kurdan esas digire; korîdorên ku pêşketina îktîsadî zêde dikin û berfirehbûna qadên bazirganiyê û çandiniyê dê li erdnîgariyeke fireh ji hemû welat û gelan re bereketê bîne.

Ji vê qanûnê çi hêvî û bendewariyên we hene?

Hêvî û bendewariya me ji vê qanûnê zelal e; derxistina pirsgirêka Kurd ji bin sîwana tundiyê û kirina wê ya mijara siyaset û hiqûqê. Ev ne armanceke biçûk e. Piştî sed salan, dê cara yekem qebûlkirineke qanûnî pêk bê ku ev pirsgirêk dikare bi dan û standinê bê çareserkirin.

Lê divê em ji destpêkê ve vê yekê bibêjin; ev qanûn mifteyek e, ne mal bi xwe ye. Ew derî vedike; qanûn û gavên din in ku dê bikevin hundir û malê ava bikin. Xistina nava hiqûqê ya gelê ku li derveyî hiqûqê hatine hiştin. Tişta ku ev qanûn dikare bike ev e. Hemwelatîtiya wekhev, xurtkirina demokrasiya herêmî û rakirina qedexeyên li ser ziman û çandê, ev wek sernavên cuda yên dan û standin û têkoşînê li pêşiya me ne.

ANHA