Şênî ji ber xerabûna rêya gundan û Girkê Legê gazinan dikin

Şêniyên zêdetirî 20 gundên li herêma Aliyan ji ber xerabiya rêya di navbera herêmê û bajarê Girkê Legê de gazincan dikin. Xerabûna rê dihêle ku metirsiyên bûyerên trafîkê zêde bibin û seyareyên şêniyan xerab bibin.

Şênî ji ber xerabûna rêya gundan û Girkê Legê gazinan dikin
Şênî ji ber xerabûna rêya gundan û Girkê Legê gazinan dikin
Şênî ji ber xerabûna rêya gundan û Girkê Legê gazinan dikin
Şênî ji ber xerabûna rêya gundan û Girkê Legê gazinan dikin
Şênî ji ber xerabûna rêya gundan û Girkê Legê gazinan dikin
Şênî ji ber xerabûna rêya gundan û Girkê Legê gazinan dikin
Şênî ji ber xerabûna rêya gundan û Girkê Legê gazinan dikin
11 tebax, 2026   05:05
QAMIŞLO
KÎNAN EL SEYID

Rêya di navbera gundên herêma Aliyan û bajarê Girkê Legê ya herêma Cizîrê de ji ber hebûna kortikan, şêniyên ku rojane tê re diçin û tên gazincan dikin.

Şênî dibêjin ew rêyeke sereke ye, hejmareke gundên li bakurê bajarê Girkê Legê bi hev ve girê dide, ew niha zehmetiyê dikişînin û seyareyên wan ji ber xerabiya rê zirarê dibînin, metirsiyên çêbûna qezayên trafîkê jî hene.

Der barê vê mijarê de şêniyê bi navê Wehîd Irfo ji ANHA`yê re da zanîn ku ev rê di navbera gund û bajar de rêyeke sereke ye, divê daxwaza wan a sererastkirinê bê bicihkirin.

Şêniyê gundê Kortepanê Ebdullah Tahir diyar kir ku ew rojane vê rêyê bi kar tînin. Tahir destnîşan kir ku pirbûna kortikan dihêle ku seyareyên wan xerab bibin û di saetên êvarê de qezayên trafîkê çêbin.

20 GUND LI SER VÊ RÊYÊ NE

Şêniyê gundê Sermisax Foqanî Rêzan Ebdullah jî da zanîn ku şêniyên 20 gundan rojane vê rêyê bi kar tînin, kortikên mezin ji bo tevgera trafîkê xetereyê çêdikin û bi taybet zivistanan.

Rêzan Ebdullah diyar kir ku ji ber tevgereke rojane li ser vê rêyê heye, divê ji bo şêniyan bê sererastkirin.

ŞAREDARIYA GEL: EV RÊ DI PLANA ME DE YE

Hevşaredara Girkê Legê Gulnar El Hisên ji ajansa me re destnîşan kir ku şaredarî rewşa wê rêyê û gazincên têkildarî wê dizane, sererastkirina wê jî di plansaziya wan de ye.

Gulnarê da zanîn ku wan ji bo sererastkirinê rewşa rê lêkolîn kiriye, dê di dema pêş de xebatên sererastkirinê pêk werin.

Gulnar El Hisên di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku derfetên şaredariyê yên zifitkirina rê bi awayekî giştî tune ne, ji bo çareserkirina pirsgirêkê ew ê rê bê pînekirin û sererastkirin.

(sb)

ANHA