Reşnivîsa qanûna hilbijartinan hat nîqaşkirin

Meclisa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşnûmeya mekanîzmaya xebatê ya desteya bilind a hilbijartinê nîqaş kir.

Reşnivîsa qanûna hilbijartinan hat nîqaşkirin
25 sibat, 2024   17:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Gel a Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo nîqaşkirina pêşnûmeya qanûna mekanîzmaya kar a komîteya bilind ya hilbijartinê, li gorî biryarên ku ji bo pêkanîna Peymana Civakî ya ku berê hatibû erêkirin  hatin girtin, civînek li dar xist.

Civîn ji aliyê Komîteya Qanûnî ya Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hat lidarxistin. Di civînê de Desteya Seroketî ya meclisê û nûnerên Desteya Hiqûq û Edaletê ya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêmê beşdar bûn.

Di civînê de reşnivîsa qanûna Komîseriya Bilind a Hilbijartinan hat nîqaşkirin. Reşnivîs ji 29 madeyan pêk tê. Ji wan hin made li gorî pêvajoya hilbijartinan li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin sererastkirin.

Di qanûnê de komîserî, erkên wê, komîteyên wê yên li kantonên herêmê, makanîzmaya îtîrazkirina hilbijartinan ji aliyê kesan û saziyan ve û qonaxên hilbijartinê ji daxwazên namzetbûnê heta bi encamên hilbijartinan, hatin diyarkirin.

Reşnivîsa qanûnê wek reşnivîsa nîqaşkirin û sererastkirinê ye da ku li dawiyê ji aliyê Meclisa Gelan a Demokratîk ve bê erêkirin.

Hevserokê Meclisa Gelan a Demokratîk Ferîd Etê hefteya borî ji ajansa me re dabû zanîn ku hilbijartinên şaredariyan dê di Nîsanê de bi rê ve biçin.

Her wiha hilbijartin dê piştî erêkirina qanûna hilbijartinan û endamên komîseriyê ji aliyê Meclisa Gelan a Demokratîk ve, di vê Sibatê û Adara bê de bi rê ve biçin.

(mh)

ANHA