Li Reqayê bi mayîneke DAIŞˊê 14 kes hatin kuştin

Dema welatiyan li beyarê kimê kom dikirin da ku bifiroşin, ji ber ku bihaya wê pir bilind e, mayîneke çeteyên DAIŞˊê bi wan de teqiya.

Li Reqayê bi mayîneke DAIŞˊê 14 kes hatin kuştin
25 sibat, 2024   16:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên bi ser hikumeta Şamê ve, dema welatiyan li başûrê bajarokê Resafe yê başûrê Reqayê kimê kom dikir, mayîneke çeteyên DAIŞˊê bi wan de teqiya, di encamê de 14 kes hatin kuştin û 8 jî birîndar bûn.

Ji ber ku bihaya kimê pir bilind e, sûriyeyî li çolistan û beyaran kimê berhev dikin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ruxmî xeteriyên berhevkirina kimê lê welatî ji ber ku bihaya wê bilind e, berhev dikin. Lê di dema berhevkirinê de mayîneke DAIŞˊê bi wan de teqiya û gelek welatî hatin kuştin, di nava kuştiyan jin jî hene.