Malbatên şehîdên ên Girkê Legê banga aşkerakirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan kir

Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê bi daxuyaniyekê banga aşkerakirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan kir.

Malbatên şehîdên ên Girkê Legê banga aşkerakirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan kir
25 sibat, 2024   17:08
QAMIŞLO

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Elaa El Deham bi beşdariya endamên meclisên sivîl û xizmetguzarî û nûnerên ji hêzên leşkerî li pêş avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a li bajarokê Rimêlan daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin ji 25 salan ve Rêber Abdullah Ocalan li pêş çav û guhên cîhanê û rêxistinên navneteweyî di tecrîdeke giran de ye û tu bertekê li hember van siyasetan nîşan nadin.

Her wiha hate diyarkirin ku li derdora gireva Îmraliyê erhej çêdibin, ev yek metirsiyê û fikarê li ser rewşa Rêber Abdullah Ocalan çêdike.

Meclisê di dawiyê de bang li rêxistinên îdia dikin mirovî ne bi lez tev bigerin, tecîrdê bi dawî bikin û bihêlin serdan bên kirin.

(fr)