Rejîma Îranê Kurdekî din binçav kir

Pêla girtin û binçavkirina welatiyên Kurd a ji aliyê rejîma Îranê ve berdewame. Di vê çarçoveyê de welatiyek Kurd li bajarê Şino hat binçavkirin û çarenûsa wî nediyare.

Rejîma Îranê Kurdekî din binçav kir
31 adar, 2025   10:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand roja 27’ê Adarê hêzên Îtlaeta Îranê li bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê piştî ku ji bo wergirtina îfadeyê bangî welatiyê bi navê Silêman Qadir Gelwan kirin, piştre hat binçavkirin û ji bo cihek nediyar hat veguhestin.

Hat gotin ku welatiyê hatî binçavkirin birayê Ebdulselam Qadir Gelwan e ku yek ji qurbaniyên serhildana ‘jin jiyan azadî’ ye. Hat diyarkirin ku piştî Silêman hatiye binçavkirin ji nû malbata wî agahdar kirine.

Hêjayî gotinê ye di meha borî de li bajarên cûda yên Rojhilatê Kurdistanê 36 welatî û çalakvanên Kurd piştî ji bo îfadeyê hatine bangkirin, hatine girtin. Ji wan 4 jê jin in.