Kombûna Zenûbiya Cejna Remezanê pîroz kir

Kombûna Jinan a Zenûbiya Cejna Remezanê li tevahî jinên cîhanê pîroz kir û diyar kir ku dê têkoşîna mîsogerkirina mafên jinan bidomîne.

Kombûna Zenûbiya Cejna Remezanê pîroz kir
31 adar, 2025   10:45
NAVNDA NÛÇEYAN

Kombûna Jinan a Zenûbiya bi boneya Cejna Remezanê peyamek weşand. Di peyamê de cejn li tevahî jinên cîhanê, bi taybetî dayik û hevjînên şehîdan û tevahî malbatên wan, dîsa şervanên YPJ û QSD’ê hat pîrozkirin. 

Di daxuyaniyê de îşaret bi nirxên ola îslamê hat kirin û hate diyarkirin "Em bi hêvî ne ku ev cejn bibe wesîleya aştî û aramiyê li welatê me yê ezîz Sûriye û bibe wesîleya xêr û xweşiyê ji gelê me re."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin "Em teqez dikin ku em ê têkoşînê berdewam bikin ta mafên jinan bi dest bixin û rola wan di tevahî qadan û avakirina civakeke demokratîk de mîsoger bikin. Em ji Xweda dixwazin ku rojî û nimêja we qebûl bike û cejna we bike cejna xweşiyê."

(bb)

ANHA