Rejîma Îranê kolberek qetil kir yek jî birîndar kirin

Li Hewraman di encama gulebarana hêzên rejîma Îranê de kolberek jiyana xwe ji dest da yek jî birîndar bû.

Rejîma Îranê kolberek qetil kir yek jî birîndar kirin
28 gulan, 2025   12:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora Mafên Mirov a Kurdistanê ragihand vê sibehê li devera sinorî ya Jalane ya ser bi Hewraman a Rojhilatê Kurdistanê, hêzên rejîma Îranê wesayîteke kolberan gulebaran kirin.

Hat gotin di encama gulebarana hêzên Îranê de kolberek jiyana xwe ji dest da û kolberek jî bi giranî birîndar bû.

Hatiye diyarkirin ku kolberê jiyana xwe ji dest dayî bi navê Kuwruş Muradî (20) xelkê gundê Sipyarî ya ser bi Sewlawaye. Her wiha kolberê birîndar jî bi navê Rizgar Wetenduste û di jêr çavdêriya pizîşkan de ye.

Hêjayî gotinê ye di sala 2024’an de li Rojhilatê Kurdistanê 53 kolberên Kurd hatine qetilkirin û 131 kolber jî birîndar bûne.ش