Dewleta Tirk rê neda 3 jin ji Başûrê kurdistanê tevlî konferansa Amedê bibin

Parlamentera berê Gulistan Seîd da zanîn ku piştî lêkolîna li ser pasaporta wan, dewleta Tirk rê neday ew derbasî Bakurê Kurdistanê bibin û tevlî konferansa li Amedê biin.

Dewleta Tirk rê neda 3 jin ji Başûrê kurdistanê tevlî konferansa Amedê bibin
28 gulan, 2025   12:51
NAVENDA NÛÇEYAN

1’emîn Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd ku bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li Amed ya Bakurê  kurdistanê tê lidarxistin û dê di rojan bidome,

Yek ji jina ku wê tevlî konferansê bibûya û dixwest derbasî Bakurê Kurdistanê bibe, parlamentera Parlamentoya Herêma Kurdistanê Gulistan Seîd bû.

Gulista Seîd li ser malpera xwe ya X ragihand ku dewleta Tirk rê nedaye ew derbasî Bakurê Kurdistanê bibe û tevlî konferansa li Amedê bibe.

Gulistan di peyama xwe de got; “Duh ji bo ku em tevlî konferansa li Amed ya Bakurê Kurdistanê bibîn ketîn rê, lê piştî lêkolîna li ser pasaportê rê nedan me. Li wê derê ez, Nesrîn Cemal û hevalek din xwe ya bi navê Gulale qasî du saetan hatîn binçavkirin.

Piştre ji me re gotin ku bi fermana Enqereyê hun nikarin ti dem serdana Bakurê Kurdistanê bikin, piştre em jî vegeriyan Başûrê Kurdistanê.”

Gulistan di dewama peyama xwe de got; “Ji ber rejîmek zordar û nijadperest ku ti eleqeya xwe bi mafê mirovan ve nîne, wê ti carî tundî û çavsorî bandorê li hêz û îradeya me neke. Li kuderê be emê piştgiriya gel û welatê xwe bikin.”