Li Çilaxayê 52 şehîd hatin bîranîn

Di merasîma bibîranîna 52 şehîdan de, şêniyên Çilaxa soza berdewamkirina têkoşîna li ser şopa şehîdan da.

Li Çilaxayê 52 şehîd hatin bîranîn
Li Çilaxayê 52 şehîd hatin bîranîn
Li Çilaxayê 52 şehîd hatin bîranîn
Li Çilaxayê 52 şehîd hatin bîranîn
Li Çilaxayê 52 şehîd hatin bîranîn
Li Çilaxayê 52 şehîd hatin bîranîn
Li Çilaxayê 52 şehîd hatin bîranîn
Li Çilaxayê 52 şehîd hatin bîranîn
Li Çilaxayê 52 şehîd hatin bîranîn
28 gulan, 2025   13:44
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Cizîrê îro ji bo 52 şehîdên Hêzên Parastina Gel (HPG), YJA Star, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Erka Xweparastinê yên ku di mehên Mijdar, Kanûn, Çile, Sibat, Adar, Nîsan û Gulanê û cihên cuda de şehîd bûne, merasîma bîranînê li dar xist. Merasîm li salona Navenda Çand û Hunerê ya bajêr hat lidarxistin.

Malbatên şehîdan, şêniyên Çilaxayê, endamên saziyên sivîl û xizmetguzarî yên bajêr û nûnerên hêzên leşkerî û partiyên siyasî di merasîmê de amade bûn.

Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê Ziwar Elî axivî û got: "Em îro bi rêzdarî cangoriyên xwe yên ku bi xwîna xwe destana parastina xak û rûmeta me nivîsandin bi bîr tînin. Di şexsê wan de, em hemû şehîdên azadiyê yên ku bersiv dane banga welatê xwe û heta nefesa dawîn parastina welat kirin, bi bîr tînin."

Her wiha got: "Bi saya fedakariya wan em îro di nav ewlehî û aramiyê de dijîn. Em xwîna wan a pak a ku axa welatê me av da ji bîr nakin û em ê dilsozê têkoşîna wan bin. Ji ber ku em şagirtên felsefeya Rêber Abdullah Ocalan in û li ser şopa van şehîdan dimeşin, divê em yekitiya xwe biparêzin û li dijî hemû komployên dijmin têkoşîn û berxwedana xwe mezintir bikin. "

Merasîm bi xwendina nasnameyên 52 şehîdan û dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.